01:54 25 Hezîran 2018
serokê farcê-Rodrigo londono

FARC: Ti giringiya referandûmê nîne

© REUTERS/ Stringer
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombiyayê (FARC) Rodrigo Londono, diyar kir ku wê guh nedin encama neyinî ya referandûmê.

Navenda nûçeyan — Londono dîmenek weşand û tê de got FARC li gorî aştî û agirbestê tevdigere û wê her tevbigere.
Londono encama neyinî ya referandûmê wek têkçûneke siyasiye şirove kir û got wê guh nedin encama referandûmê.
Londono diyar kir ku peymana ku bi hikuemta Kolombiyayê hate îmzekirin, di çarçoveya Peymana Cenevreyê de, wek Peymana Mirovî ya Taybet pêşkêşî Konseya Federal ya Swêdê kirine.

​Hejmarek zêde yê gelê Kolombiyayê yên beşdarî referandûmê bûn ji peymana li gel FARCê re gotin 'na.'
Serokê Dewleta Kolombiyayê derbarê referandûmê amaje kir ku ew biryara gel ya neyinî qebûl dikin û wê lêgerîna xwe ya aştiyê bidomînin.

Bi heman mijarî:

Hikumeta Kolombiya û FARC ber bi aştiyê ve diçin
FARC bertek da êrişên Artêşa Tirk yên li ser Rojava
Nûçeya ku FARC wê alîkariya şervanên kurd bike hate derewandin!
FARC dê li gel şervanên kurd li hember DAIŞê şer bikin
Etîketan:
farc, aştî, şer, Rodrigo Londono, Juan Manuel Santos, Kolombiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de