15:48 24 Hezîran 2018
John Kirby

Amerîka hevdîtinên Sûriyayê ya bi Rûsyayê re da rawestandin

© AP Photo / Manuel Balce Ceneta
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê ragihand ku hevdîtinên Sûriyayê ya bi Rûsyayê re bi ewayek fermî dane rawestandin.

Washington — Berdevkê Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê John Kirby diyar kir ku Amerîka têkiliyên ji bo agirbesta li Sûriyayê ya bi Rûsyayê re, dide rawestandin.

Kirby destnîşan kir ku amadekariya ji paşve kişandina xebatkarên ji bo Navenda Sepandina Hevpar ya Amerîkayê (JIC) bê avakirin dixebitin, dike. Lê têkliyên ji bo operasyonên hewayî ya li Sûriyayê dê deriyên wan vekirî bimînin.

Herwiha Kirby, agirbesta ku ji aliyê Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Lavrov û hevpîşeyê wî yê amerîkî John Kerry di 9ê Îlonê de ragihandibûn, ji ber têkçûna agirbestê Rûsya û Sûriyayê sucdar kir û got: ‘Mixabin Rûsya sozê ku da me bicih neanît û rêvebiriya Sûriyayê bêdilî li peymana agirbesta ku ji aliyê Moskovayê ve hate qebulkirin rênî.'

Bi heman mijarî:

Kanada: Ji bo agirbesta li Sûriyeyê divê jet dakevin erdê
Rûsya: Dê tu biryara KENYê ji bo agirbesta li Sûriyayê tine be
Rûsya: Ji bo agirbesta li Sûriyê em bandora xwe bikar tînin
Rûsya: Nabe ku em ji bo agirbesta li Donbassê sozê bidin
Etîketan:
têkçûn, rawestandin, bidawî, agirbest, têkilî, hevdîtin, Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê, John Kirby, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de