02:17 26 Sibat 2018
Zindî
    farc û kolombiya

    Kolombiya û FARC ji lîsteya namzetî ya Xelata Aştî ya Nobelê hatin derxistin

    © Foto: twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî ku peymana aştiyê ya di navbera FARCê û Hikûmeta Kolombiyayê di referandûmê de hate retkirin, Kolombiya ji lîsteya namzetî ya Xelata Aştiyê ya Nobelê hate derxistin.

    Navenda Nûçeyan — Beriya referandûmê, Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos û serokê FARCê Rodrigo Londono bi nasnav ‘Timoşenko' favoriya herî mezin ên Xelata Aştiyê ya Nobelê bûn.
    Li gorî nûçeya BBC beşê tirkî, piştî ku di referandûmê de dengên ‘neyênî' biser ketin, Serokê Enstituya Lêkolînên Aştiyê li Osloyê Kristian Berg Harpviken got: "Kolombiya ji hemû lîsteyên namzet ên pêewle derket ku di raya giştî de li ser dihate axavtin."

    Dîroknas Asle Sveen ji Reutersê ra daxuyand ku ji ber avakirina peymana nukleer Wezîrê Karê Derve John Kerry û Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarif û Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya YEyê Federica Mogherini namzetên navên wan derbas dibe ne.

    Bi heman mijarî:

    Hikumeta Kolombiya û FARC ber bi aştiyê ve diçin
    Gelê Kolombiyayê ji aştiyê re gotin 'na'
    Li Kolombiyayê referanduma dîrokî
    HDPê ji bo Kolombiyayê nameya pîrozbahiyê şand
    Papa di sala nû de wê biçe Kolombiyayê
    Tirkiyeyê ji bo peymana aşitiyê ya Kolombiyayê daxuyanî da
    Rûsyayê, gel û hikûmeta Kolombiyayê pîroz kirin
    Aştiya dîrokî ya Kolombiyayê, dê vê mehê bê îmzekirin
    Etîketan:
    Enstituya Lêkolînên Aştiyê, Xelata Aştiyê ya Nobelê, Reuters, BBC beşê tirkî, FARC, Asle Sveen, Kristian Berg Harpviken, Federica Mogherini, Muhammed Cewad Zarif, John Kerry, 'Timoşenko', Juan Manuel Santos, Rodrigo Londono, Oslo, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de