11:21 23 Hezîran 2018
Penaberên sûrî

Swîsrayê cara yekem penaberên sûrî stendin

© REUTERS / Ümit Bektaş
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hikûmeta Swîsrayê di çarçoveya jinûveprogramkirina Yekîtiya Ewropayê(YE) cara yekem deriyên xwe ji 30 penaberên sûrî yên li Yûnanistanê re vekirin.

Navenda Nûçeyan - Rayedarê Sekreteriya Koçberiyê ya Dewletê Giery Cavelty bi Ajansa Nûçeyan a Swîsrayê SDAyê re axivî û got ku hikûmetê 30 penaberên ku ji li Yûnanistanê ne û ji mêj ve ji herêmên şer li wan heye reviyane.

"JI BER YEYÊ QEBÛL NEKIR MESREFÊ BIDE, DERENG MA"

Herwiha Cavelty diyar kir ku hatina penaberan dereng ma, ji ber ku YEyê qebûl nekir mesrefên bicihkirina wan bide û niha Swîsra bi xwe mesrefa wan dide.

Rayedarê swîsrî diyar kir ku ew penaberên sûrî yên di çarçoveya programa jinûvebicihkirinê ya YEyê de hatine qebûlkirin, dê tabîî qanûna penaberên standard ên Swîsrayê bin.

Ji aliyê din ve, hikûmeta Swîsrayê sala 2015an diyar kir ku dê 3 hezar penaberên ji herêmên şerî qebûl bike.

 

 

Bi heman mijarî:

Hejmara miriyên penaber ên keştiya li Misrê gîhişt 110an
Keştiya ku 600 penaber têde bû binav bû: Bi 10an mirî
Fransayê îsal 1346 penaber ji Calaisê dersînor kirin
Di 8 mehên sala 2016an de 3 hezar penaber xeniqîn
‘Di salekê de herî kêm hezar zarokên penaber fetisin'
Li peravên Libyayê nêzî 2 hezar penaber hatin xilaskirin
Etîketan:
penaber, YE, Giery Cavelty, Yûnanistan, Ewropa, Swîsra, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de