08:50 24 Sibat 2018
Zindî
    Leşkerên derbekar ên ku reviyabûn Yûnanîstanê

    Leşkerên derbekar ên li Yûnanîstanê daxwazên xwe yên penaberiyê nû kirin

    © REUTERS/ Alkis Konstantinidis
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    8 leşkerên tirk ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi helîkopterê reviyabûn Yûnanîstanê daxwazên xwe nû kirin.

    Leşkerên derbekar
    © REUTERS/ Vasilis Ververidis/Eurokinissi
    Navenda Nûçeyan — 8 leşkerên tirk ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi helîkopterê reviyabûn Baregeha Leşkerî ya Dedeagaca Yûnanîstanê, daxwazên xwe yên nû radestî meqamên berpirs ên Yûnanîstanê kirin.

    Li ser navê leşkerên derbekar parêzer Stavrula Tomara daxwazên wan ên nû kir û ragihand ku heke daxwazên wan werin qebûlkirin wê kare mûleqatê berdewam be û derbasî pêvajoya duyemîn a îltîcayê bibin.

    Piştî ku ji bo daxwaza îltîcaya leşkerekî tirk biryar bi neyînî ji dadgehê derket, parêzer Stavrula Tomara vê carê wê serdana meqamên bilindtir ên Yûnanîstanê bike. Çend roj berê daxwaza ilticaya 3 leşkerên derbekar ji terefê meqamên yûnanî ve hatibû redkirin û parêzer ji bo wan serî li meqamên dereceya duyemîn dabû.

    Tomara di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serdana 5 leşkerên din ji bo îltîcayê di dereceya yekemîn de temam bû û niha em li benda bersiva ku em bikaribin li dewletên din ê Ewropayê serdana îltîcayê bikin e.

    Bi heman mijarî:

    Yûnanîstanê daxwaza penaberiya leşkerên derbekar red kir
    Ji Çavuşoglu bo leşkerên derbekar ku reviyabûn Yûnanîstanê daxuyanî
    Serokwezîrê Iraqê: DYA bo operasyona Mûsîlê dê hin leşkerên din bişîne
    Medico: Leşkerên tirk malzemeyên ku bi dest dixin, dikin qenciya xwe û li gel belav dikin
    2 zarok ji aliyê leşkerên tirk ve hatin kuştin
    Etîketan:
    Leşkerên derbekar ên ku reviyabûn Yûnanîstanê, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Stavrula Tomara, Dedeagac, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de