15:35 19 Hezîran 2018
Yoshinori Ohsumi, Nobel Tıp Ödülü'nü kazandı

Xelata Tibê ya Nobelê bû mafê zanyarê Japonî Yoshinori Ohsumi

© REUTERS / Tokyo Institute of Technology
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Komîteya Nobelê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji ber tevkariyên xwe yên li pêkhateyên şaneyan Xelata Tibê ya Nobelê îsal liyaqê zanyarê Japon Yoshinori Ohsumi hat dîtin.

Navenda Nûçeyan — Komîteyê di daxuyaniya xwe de hat diyar kirin zanyarê Japon Oshumi bi xebatên xwe ‘mekanîzmayên di bin pêvajoya cudakirin a pêkhateyên şaneyan û şûnde vegera wan de ku wekî otofajiyê tê bi nav kirin, kifş kiriye.'

WEK XELAT 8 MILYON KRONÊ SWÊDÊ WERGIRT

Zanyarê Japonî Oshumi bi wergirtina Xelata Tibê ya Nobelê bûye xwediyê mafê girtina 8 milyon kronê Swêdê jî. Xelata zanyarê Japonî wê di 10ê Kanûnê de di salvegera mirin a Alfred Nobel de bi rêûresmekê were dayîn.

Komîteya Nobelê diyar ku sibe wê navê ku Xelata Fîzîkê ya Nobelê wergirtiye, roja çarşemê jî navê ku Xelata Kîmyayê ya Nobelê  wergirtiye ragihînin. Hîn nayê zanîn ku wê navê ku Xelata Wêjeyê ya Nobelê  kengî were diyar kirin.

OHSUMİ KÎ YE?

Ohsumi di sala 1945a de li bajarê Fukuoka yê Japonyayê ji dayik bû û di sala 1974a de li Zanîngeha Tokyoyê xwendina xwe ya doktorayê bi dawî kir. Ohsumi yê ku 3 salan li Zanîngeha Rockefeller a li New Yorkê xebitî, paşê vegeriya Zanîngeha Tokyoyê û di sala 1988a de di derbarê mekanizmaya otofajiyê de komeke xebatê ava kir.

 

 

Bi heman mijarî:

Dario Fo yê ku lîstikên wî li Tirkiyê hatin qedexekirin: Weke cara duyem Nobelê distînim
Xwediyê Xelata Aşitiyê ya Nobelê Elîe Wîesel jiyana xwe ji dest da
Akademesiyenên binçavkirî bûn namzetên Nobelê
Xwediya Xelata Nobelê: Azadiya Ocalan wê were wateya aştiyê
30 kesên ku xwediyê Xelata Nobelê ne piştgirî dan akademîsyenan
Etîketan:
maf, wergirtin, Zanîngeha Rockefellerê, Zanîngeha Tokyoyê, Xelata Tibê ya Nobelê, Yoshinori Oshumi, New York, Swêd, Japonya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de