02:28 26 Sibat 2018
Zindî
    Êrişa Amerîkayê

    Li Amerîkayê di malekê de du şagirt hatin kuştin

    © Foto: © REUTERS/ Mike Blake
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Greensboro ya eyaleta Karolina Bakur a Amerîkayê li maleke nêzîkî kampusa Zanîngeha Devletê A&Tyê 2 şagirt bi demançeyê hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya NBCyê, duhî bi şev li maleke nêzîkî kampusa Zanîngeha Dewletê A&Tyê êrişeke çekdarî pêk hat. Piştî bihîstina dengê çekan hêzên ewlehî çûne cihê bûyerê û du şagirtên ku bi demançeyê birîndar bibûn rakirin nexweşxaneyê, lê ji ber ku birîna wan giran bû şagirtan jiyana xwe ji dest da.

    Her wiha Zanîngeha Dewletê di daxuyaniya xwe ya hisabê Facebookê de ragihand ku kesên hatine kuştin şagirtên bi navê Alicia Dieudonne (19) û Ahmad Campbell (21) in.

    ÊRIŞA ÇEKDARÎ DI DEMA ŞER DE PÊK HAT

    Ji aliyê din ve li gorî zanyariyên ABCyê, Nicholas Jeffersê 20 salî ku li malê partiyeke kêfê amade kiribû ragihand ku bûyer li malê di dema kêfê de pêk hat û dengê 3 teqînan hat bihîstin. Polêsê bajarê Greensboroyê M.D. di daxuyaniya xwe ya Matthews de Greensboro News&Recordê de got: "Tu delîl û amareyên ku kesên hatine kuştin tevlî şer û pevçûnê bibin tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê, li hemberî Siûdî doza 11ê Îlonê ya pêşî hat vekirin
    Li Amerîkayê trên li rawestgehê qelibî: 3 mirî û 100 birîndar
    Amerîkayê ji bo Sûriyeyê gef li Rusyayê xwar
    NY bang li Amerîkayê kir: 'Ji reşikan lêborînê bixwaze'
    Li Amerîkayê êrişa çekdarî: 4 kuştî û gelek birîndar
    Etîketan:
    2 şagirt hatin kuştin, Li Amerîkayê êrişa çekdarî, Zanîngeha Dewletê A&Tyê, Alicia Dieudonne, Ahmad Campbell, Nicholas Jeffers, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de