11:05 23 Hezîran 2018
Kevok

Kevoka, Serokwezîrê Hindistanê "tehdîd kir" hat girtin

© Flickr/ H. Michael Miley
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Kevoka ku li parêzgeha Pencapê, nameyeke tehdîdê ji bo Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modiyî bi lingê wê ve bû ji aliyê Pasvanên Sînorê Hindistanê ve hatin hat girtin. Berî du rojan jî hêzên ewlehiyê, dest danîbû ser du balonên ku heman peyam bi wan ve bû.

Navenda Nûçeyan —Press Trust of India ragihand ku Pasevanên Sînorî li Qereqola Narot Jaimal Singhê ya li parêzgeha Pencapê ya Hindistanê ku li ser sînorê Pakistanê ye, kevokek girtiye ku nameyek bi lingê wê ve ye.

Di wê nameya bi lingê kevokê ve, bi zimanê fermî ya Pakistanê Urduyî ji Serokwezîrê Hindistanê re wiha hatibû gotin: "Modî, nefikire ku em ew mirov^ne salên 1971ê ne. Êdî her zarokê pakistanî amade ye, şer bike."

Piştî vê pasvanan ev kevoka ji aliyê Pakistanê hatibû girt.

"BERÎ DU ROJAN, DEST DANÎBÛ SER PEYAMEKE DIN"

Mufetişê Polîsan Ramesuh Kumar ragihand ku lêpirsîn di bûyerê de tê kirin. Herwiha psvanan berî du rojan dest danîbû ser du balonan ku heman nameya tehdîdê bi wan ve bû.

Ji aliyê din ve, peywirdarên hindî meha Gulana par dîsa kevokek bi tawana "sîxûra Pakistanê" desteser kiribû.

 

 

 

 

Bi heman mijarî:

Li Keşmirê êrişa Baregeha Leşkerî ya Hindistanê kirin: "17 kuştî
Serokwezîrê Hindistanê Modî, rexne li Pakistanê girtin
Tirkiyeyê ji Hindistanê xwest dibistanên Gulen asê bike
Çavên Awistirya û Hindistanê li Çiyayê Elbrusê ne
Balafireke Hêza Hewayî ya Hindistanê ji pêlgirê winda bû
Hindistanê 20 peyk bi hev ve pekandin fezayê
Li Hindistanê bahoz: 93 kesan jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
kevok, sîxur, şer, Press Trust of India, Narendra Modi, Qereqola Narot Jaimal Singhê, Pencap, Pakistan, Hindistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de