02:24 26 Sibat 2018
Zindî
    tv-televîzyon

    Seteleyta Eutelsatê kanala Med Nûçeyê digire

    © Flickr/ flash.pro
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku Şirketa Setelayta Frensî Eutelsat, ji bo girtina kanala Med Nûçeyê zextan zêde dike. Li gorî zanyariyên berdest, Eutelsatê fermanek jibo girtina kanalê rêkiriye.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku Şirketa Setelayta Frensî Eutelsat, ji bo girtina kanala Med Nûçeyê zextan zêde dike. Li gorî zanyariyên berdest, Eutelsat fermanek ji bo şirketa seteleyta Med Nûçe ya ku li ser weşanê dike daxwaza kir ku Dûşemê saet di 10.00an de weşana wê bi dawî bike.

    Eutelsat cara destpêkê roja Pênçşemê ji bo rawestandina weşana Med Nûçeyê, fermanek ji bo şirketê şandibû. Ev biryar, piştî ku li Tirkiyeyê ji aliyê hikumetê ve nêzî 20 televîzyon û rado hatin girtin û şûn de hate dayîn. Dema ku kurdan li pêşiya avahiya Eutelsatê ya Fransayê biryar protesto dikirin, rayedarên şirketê diyarkirin ku dewleta Tirkiye zextê li wan dike.

    Tê payîn ku roja Dûşemê di serî de li Fransa û gelek bajarên Ewropayê li dijî vê biryarê çalakiyê protestoyê bên lidar xisin. Med Nûçe TV, di sala 2013an de dest bi weşanê kiribû. Eutelsat beriya niha di serê sala 2012an de weşana Roj TVyê jî tarî kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Eutelsatê biryara girtina Med Nûçeyê stand
    Kanala ku xwest hevpeyvîna Gulen biweşîne lîsansa wê hat betalkirin
    Kurdistaniyan Kanala France-3 dagir kirin!
    Davutoglu: Kanalên me yên pêwendiya bi Rûsyayê re vekirîne
    Di kanala nêzîkî AKPê de pesnê DAIŞê û El Qaîdeyê dan
    Etîketan:
    Girtina kanala Med Nûçeyê, Şirketa Setelayta Frensî Eutelsat, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de