14:42 22 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Washington Post: Operasyona Mûsilê dê rageşiya li Iraqê zêdetir bike

    © Foto: K24
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Rojnameya Washington Postê ku li Amerîkayê weşanê dike ragihand ku piştî terorîstên DAIŞê ji Mûsilê hatin qewirandin stratejiyek din ên hikûmeta Iraqê û Amerîkayê tine ne, ji bo vê yekê lezgîniya operasyona rizgar kirina Mûsilê dê kaosa li welêt zêdetir bike.

    Navenda Nûçeyan — Amerîka û Hikûmeta Iraqê ji bo operasyona rizgar kirina Mûsilê gavên xwe şid kirine, lê lêrabûnên li hemberî plana operasyonê jî her diçe zêde dibin. Sernivîsa ku dûh di rojnameya Washington Postê (WP) hate weşandin de hate diyarkirin ku piştî rizgar kirina Mûsilê tu planên him rêvebiriya Obama û him jî yê Iraqê tine ne.

    PIŞTÎ DAIŞê KOMÊN DIN DÊ DEST BI ŞER BIKIN

    Ji aliyê din ve di sernivîsê de hate gotin ku piştî qewirandina DAIŞê ya ji Mûsilê, komên din dê bihev du bikevin. Linevnekirina kurd û şîeyan, gefxwarina Tirkiyeyê ku mudaxale li Iraqê bike jî din av wan bihev ketinan de cih digrin.

    Ji bilî vî gengeşiya di navbera malbatên suniyên ku bajêr birêve bibin, li ser hin herêmên ku kurd û sunnî bihev nakevin dê rageşiyê zêdetir bike.

    Herwiha rojnameyê îdia kir ku rêvebiriya Obama ji bo piştgiriya leşkeri ya operasyona Mûsilê bi taybetî jî piştgiriya hewayî berdêla Heşda Şabî beşdarî operasyonê nebe û amadekariyên ji aliyê siyasî ve jî bên temamkirin tu tişt nake.

    Bi heman mijarî:

    MÛSIL - PKK wê bi 2 hezar şervanên xwe beşdarê operasyonê bibe'
    MÛSIL - DAIŞê çûn û hatinê qedexe kir
    Mûsil - Serhildan û operasyon! 60 kuştî 11 binçavkirin
    MÛSİL - Balafirên şer li ser DAIŞê bombebarandin
    Etîketan:
    şîe, sunî, kurd, zêde, rageşî, operasyon, lezgîn, Rojnameya Washington Postê, Barack Obama, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de