10:15 20 Îlon 2017
Zindî
    Etiyopya'da gösteri-Etiyopya'da izdiham

    Polêsan gule reşandin ser çalakvanan: Herî kêm 300 mirî

    © REUTERS/ Tiksa Negeri
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 947 0 0

    Li herêma Bishoftuyê ku 40 kîlometro dûrê Addis Ababa paytexta Etiyopyayê ye di merasîmek olî de li ser dirûşmên hin kesên hemberî hikûmetê, di navbera beşdarvanan û polêsan de pevçûn derket û polêsan gule reşandine ser çalakvanan. Hate ragihandin ku di encamê de bi dehan mirî û birîndar hene.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya BBC tirkî yê çalakvanan bi kevir û şîşeyan êrişî polêsan kirine, lê li gorî hin çavkaniyên din jî çalaki aştiyane derbas bûye.

    BERPIRS DÊ HESAP BIDIN

    Li gorî agahiyan, polêsan bi xaza rondikrêj êrişî çalakvanan kirine û piştrejî gule reşandine, li servê yekê îzdîham derketiye û gelek kes di îzdîhamê de jiyana xwe ji dest dane.

    Hikûmeta Etiyopyayê jî daxuyand ku di çalakiyê de hin kesan jiyana xwe ji dest dane û perpiryarên bûyerê dê hesabê bidin.

    TÊ ÎDDIAKIRIN 300 KES MIRINE

    Aktîvîstek bi navê Cafer Muhammed eşkere kir ku herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne.

    Muhammed destnîşan kir ku leşkeran ji helîkopteran ve gule reşandine ser çalakvanan û piraniya kesên ku mirine yan ji kendalê ve xwe avêtine yan jî kesên bi zorî mayîne xwe xistine avê ne.

    Herwiha çavkaniyên bêalî van îddiayan piştrast nekirine.

    Bi heman mijarî:

    Li Nîjeryayê 38 terorîstên Boko Haramê hatin kuştin
    Boko Haramê vîdeoya keçên Çibokê yên revandî belav kir
    Li Nîjerê Boko Haramê êrîş kir: 32 mirî, 70 birîndar
    Artêşa Nîjeryayê: 97 jin û zarok ji Boko Haramê hatin xilaskirin
    Etîketan:
    reşandin, gule, polês, ol, merasîm, çalakvan, Cafer Muhammed, Etiyopya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de