04:26 24 Îlon 2017
Zindî
    Referanduma aştî ya Kolombiyayê

    Li Kolombiyayê referanduma dîrokî

    © REUTERS/ Felipe Caicedo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18310

    Li Kolombiyayê ji bo bi dawî anîna şerê navbera Hêzên Şoreşger ên Kolombiya û hêzên hikumetê ku 52 sal in didome peymana aştiyê bi referandumê çû ber raya gel.

    Navenda Nûçeyan - Gelê Kolombiyayê, ji bo bi dawî anîna şerê ku ji sala 1964an ve di navbera Rêxistina Markîst û Lenînîst a Kolombiyayê (FARC) û hêzên hikumeta Kolombiyayê de didome ku di şer û pevçûnan de zêdetirî 250 hezar însan hatin kuştin û herî kêm 6 milyon însan jî ji cih warên xwe bûn bi dawî bike serê hefteyê li bajare Cartagenaye peymana aştiyê hatibû îmzekirin û îro bi referandumê wê here raya giştî.

    KAMPANYA ‘JI AŞTIYÊ RE ERÊ'

    Li gorî anketên raya giştî û pêşbîniyan di referandumê de wê denge ‘ji aştiyê re erê' derkeve. Lê li gorî çend anketên bajarên wekî Bogota, Medellin û Cali ku piraniya dengdêran bûne mexdurên FARCê dibe dengên erê pir kêm derkevin.

    HÛNERMENDÊ NAVDAR JÎ PİŞTGIRÎ DA KAMPANYAYÊ Û PEYAM DA TIRKIYEYÊ

    Di kampanyayên êrê de hinek hûnermend û navdarên kolombiyayî jî piştgirî dan. Yek ji van hûnermendê navdar ku li Kolombiyayê tê naskirin Jorge Velosa bû.

    Jorge Velosa di axaftina xwe de got: "Ji referandumê çi encam derdikeve bila derkeve di nava aştiyê de divê em bi hev re bijîn. Hêviya min ku Tirkiye jî tim di nava aştiyê de bijî û ez hêvî dikim êş û qedera mezin ku me kişand Tirkiye wê êş û qederê nejî."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê FARCê: Em ji pêvajoya aştiyê bi endîşe ne
    Şer li Kolombiyayê rawestiya: FARCê çek danî
    Hikumeta Kolombiyayê û FARCê peymana aşitiyê îmze kirin
    Ensarioglu: "Min modela Farcê pêşniyarî Erdogan kir"
    Hikûmeta Kolombiyayê û FARCê peyameneke dîrokî îmze kir
    Etîketan:
    Rêxistina Markîst û Lenînîst a Kolombiyayê (FARC), Referanduma aştî ya Kolombiyayê, Jorge Velosa, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de