22:59 26 Îlon 2017
Zindî
    Abîdeya kesên ku di êrişa 11ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dan

    Li Amerîkayê, li hemberî Siûdî doza 11ê Îlonê ya pêşî hat vekirin

    © REUTERS/ Ronen Zvulun
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Li Amerîkayê, xanıma bi navê Stephanie Ross DeSimone ku di 11ê Îlonê de hevserê wê jiyana xwe ji dest dabû derheqê Siûdî de doz vekir.

    Navenda Nûçeyan — Li Amerîkayê, xanıma bi navê Stephanie Ross DeSimone ku di 11ê Îlonê de hevserê wê jiyana xwe ji dest dabû derheqê Erebîstana Siûdî de li Washîngtonê doz vekir. DeSimoneya ku hevserê xwe di êrişa Pentagonê de winda kir îdîa kir ku Erebîstana Siûdî piştgiriya aborî daye rêxistina El Qaîdeyê.

    Li gorî nûçeya ku di çapemeniya Amerîkayê de cih girtiye, di belgeyên dozvekirina dadgehê de hat îdîakirin ku heke piştgiriya Erebîstana Siûdî ya rêxistina El Qaîdeyê nebûna plankirin û pêkhatina 11ê Îlonê nedibû.

    DeSimone di dozvekirinê de îdîa kir ku Erebîstana Siûdî bi sîxur û saziyên sivîl û civakî piştgirî daye rêxistina El Qaîdeyê.

    Pêşnûmaya ku di raya giştî ya Amerîkayê demeke dirêj bû sedema nîqaşên mezin Erebîstana Siûdî aciz kir, lewma kes û malbatên ku xizmên xwe di êrişa 11ê Îlonê de winda kirin bi sedema ku rola Siûdî heye dê bikaribin li dadgehên Amerîkayê dozê vekin. Her çikas Serokê Amerîkayê Barak Obama pêşnûma veto jî kir, lê pêşnûma di Senatoyê de bi dengekî mezin hat qebûlkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Îsraîlê alî El-Nusrayê û Amerîkayê jî ya DAIŞê kir
    Li Amerîkayê trên li rawestgehê qelibî: 3 mirî û 100 birîndar
    NY: Ji bo çareseriya krîza li Sûriyayê hevkariya Rûsya û Amerîkayê gelek girînge
    NY bang li Amerîkayê kir: 'Ji reşikan lêborînê bixwaze'
    Amerîkayê ji bo Sûriyeyê gef li Rusyayê xwar
    Etîketan:
    Dozvekirina Erebîstana Siûdî, Rêxistina El Qaîdeyê, Êrişa 11ê Îlonê, Stephanie Ross DeSimone, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de