11:57 27 Nîsan 2018
    Wekîlê Avûstralyayî Wyatt Roy serdana pêşmerge kir

    Serokwezîrê Avustralyayê serdana wekîlê welatê xwe ya ji bo pêşmerge rexne kir

    © Foto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Avustralyayê Malcolm Turnbull rexne li wekîlê berê yê Partiya Liberal a Neteweyî Wyatt Roy ê ku li Şingalê serdana eniyên hêza pêşmerge kir, girt.

    Navenda Nûçeyan — Malpera Rojnameya The Guardian diyar kir ku Malcolm Turnbull ê Serokwezîrê Avustralyayê rexne li serdana wekîlê berê yê wî welatî Wyatt Roy girt û ew serdana wî wek ‘karekî bêaqilane' bi nav kir.

    Hat ragihandin ku Turnbull dest nişan kiriye ku nedibû ku wekîlek biçe Iraqê û şîret li gelê Avustralyayê kir, da ku bila kes wek wî wekîlî neke û tiştekî wisa dubare neke.

    Wekîlê berê yê Avustralyayê Wyatt Roy çend roj berê çûbû Herêma Kurdistanê û li Şingalê serdana eniyên hêza pêşmerge kiribû. Roy ê ku di navbera şerê terorîstên DAIŞê û hêza pêşmerge de mabû, gotibû ‘min xwest ku ez bi çavên xwe vê derê bibînim."

    Wyatt Roy li ser malpereke Avustralyayê behsa gera xwe ya li Herêma Kurdistanê kiribû û ji Hikumeta Avustralyayê xwestibû ku ji bo dewleteke serbixwe ya Kurd piştgiriya Kurdan bike.

    Etîketan:
    rexne kirin, serdan, Wekîlê berê yê Avustralyayê, Hikumeta Avustralyayê, Serokwezîrê Avusturalyayê, Hêza Pêşmerge, DAIŞ, Wyatt Roy, Malcolm Turnbull, Avustralya, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de