15:51 19 Hezîran 2018
Thomas Maiziere

Wezareta Karên Navxweyî yê Almanyayê: Di sala 2015an de 890 hezar penaber hatin Almanyayê

© Sputnik / Valeriy Melnikov
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê Thomas de Maiziere, da zanîn ku di salan 2015an de 890 hezar penaber derbasî Almanyayê bûne. Herwiha ji 890 hezar kesan 50 hezarên ji wan an derbasî welatên din bûne an jî dîsa vegeriyane welatên xwe.

Berlîn — Maiziere îro li Berlînê bi rêya civîna çapemeniyê derbarê penaberan de hin daxuyanî da raya gel. Maiziere di daxuyaniya xwe de amaje kir ku li gorî bernameya bi navê ‘EASY' di sala 2015an de qeydiya 1,1 milyon penaberan hatiye Almanyayê. Maiziere dibêje ji ber dubare qeydiyan hejmar ew qasî zêde derketiye.

‘PERGALEK ZELALTIR YA QEYDIYÊ HATE AVAKIRIN'

Maiziere destnîşan kir ku ji ber hin pirsgirêkên di bernameya qeydiyê ya ‘EASY' wan pergalek zelaltir ya qeydiyê avakirine. Li gorî vê pergalê di sala 2015an de 890 hezar penaber derbasî Almanyayê bûne.

‘ÎSAL PIŞTÎ 21Ê ÎLONÊ 210 HEZAR PENABER DERBASÎ ALMANYAYÊ BÛN'

Maiziere yê ku ji hejmara 890 hezar penaberan wekî ‘gelek zêde' dibîne, dibêje ku tiştên ku sala par qewimî bila îsal neqewimin.   
Maiziere destnîşan kir ku bo hejmara penaberên ku derbasî Almanyayê dibin bê kêmkirin û bicihanîna peywirên mirovî, li qada navneteweyî û li Ewrûpayê gelek bergiriyên cuda hatine standin.

Bi heman mijarî:

70ê penaberên li Girava Mîdilliyê îadeyê Tirkiyeyê hatin kirin
Li Makedonyayê 35 penaberên qaçax hatin girtin
Hejmara penaberên li Yûnanîstan 60 hezarî bihurî
YE ji bo penaberên li Tirkiyeyê wê alîkariyê rasterast bide
Kanada wê 6 hezar penaberên din bigire
Etîketan:
pirsgirêka penaberan, koçberî, Thomas de Maiziere, berlîn, almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de