14:52 21 Tebax 2017
Zindî
    Sûdan

    Hikûmeta Sûdanê li hemberî gelê xwe çekên kimyewî bikar anît

    © AFP 2017/ Justin Lynch
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7810

    Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku navenda wî li Londonêye (Amnesty International) Hikûmeta Sûdanê sucdar kir ku li Darfurê hemberî gelê xwe çekên kimyewî bikar anîtiye. Herwiha rêxistinê îddia kir ku di êrişên kimyewî de 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

    London — Li gorî rêxistinê bi dehan zarok jî di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de hene. Li gorî ragihandina BBC tirkî, rêxistinê li dora 8 mehan li herêma Jebel Marrayê ya Darfurê ku dikeve rojavayê Sûdanê bi kesên ji êrişê sax xilas bibûn re hevdîtin pêk anîtiye. 56 kesên ku rêxistina Efûyê bi wan re axivî eşkere kirin ku Artêşa Sûdanê ji meha rêbendanê heta niha herî kêm 30 car êrişa kimyewî pêk anîtiye. Kesên ji êrişan xilas bûn diyar kirin ku bêhnek xirab û sûnî li derdorê belav dibû, rengê çerm û çavên mirov diguheriya û piştre jî çerm hişk dibû û diweşiya.

    ‘ME DÎMENÊN HOVANE DÎTIN'

    Dîrektorê Lêkolînê yê Krîzê ya Rêxistina Efûyê Tîrana Hassan jî got: ‘Di pêvajoya lêkolînan de wêne û dîmenên me matmayî hiştin. Zarokek biçûk ji êşan diqiriya û jiyana xwe ji dest da, birîn di laşên zarokan de tijî ne, hin zarok nedikarîn bîh bistandin û xwîn ji devên wan dihat.

    ‘SUÇÊ ŞER'

    Rêxistina Efûyê daxuyand ku bikar anîna çekên kimyewî sucê şerê. Rêxistinê da zanîn ku di encamê nirxandinên pispor, kesên ku bi wan re hevdîtin pêk anîtine û dîmenên ku ji peykê hatin bidestxistin de nêzî 250 kes ku zarok jî di nav de jiyana xwe ji dest dane.

    ‘HIKÛMETÊ SUCDARKIRINAN RED KIR'

    Balyozê Neteweyên Yekbûyî yê Sûdanê Omer Dahab Fadl Muhammed ji ajansa Reutersê re daxuyand ku Artêşa Sudanê çekên kimyewî bikar neaniye û bingeha van sucdar kirinan tine ne. Herwiha Omer destnîşan kir ku armanca van sucdar kirinan eve ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê hikûmetê ve tê meşandin û pêşveçûna aboriyê û civakî xirab bikin. Hikûmeta Sûdanê di meha rêbendanê de li hemerî Tevgere Xilaskirina Gelê Sudanê (SLA/AW) ku pêşengiya wê Abdul Wahid dike operasyon dabû destpêkirin.

    ‘PISPORÊN SERBIXWE PIŞTRAST KIRIN'

    Ji aliyê din ve du pisporên çekên kimyewî yên serbixwe eşkere kirin ku birînên li laşê zarokan derketine nîşan dide ku çekên kimyewî hatine bikaranîn.

    Hikûmeta Sûdanê ev 13 sale bi komên serhilder re li Darfurê şer dike. Li gorî texmîna Neteweyên Yekbûyî 300 hezar kes jiyana xwe ji dest dane, ji 3 milyonan zêdetir kes jî mal û warên xwe terikandine.

    Etîketan:
    birîn, mirî, bikaranîn, zarok, kimyewî, çek, Rêxistina Efû ya Navnetewî (Amnesty), Omer Dahab Fadl Muhammed, Tîrana Hassan, Sûdan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de