09:45 18 Tebax 2017
Zindî
    qezaya trênê-qeza-trên

    Li Amerîkayê trên li rawestgehê qelibî: 3 mirî û 100 birîndar

    © Foto: twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Li Stesyona Trênê ya Hobokenê ya li parêzgeha New Jerseyê trênek dema ku ber bi rawestegêhê ve diçû kontrola xwe winda kir û li gelê rawestehê qelibî. Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûn.

    New Jersey - Li gorî agahiyên ji ser televizyona ABCê hatiye bidestxistin, di encama qezaya li stesyonê de ji 100î zêdetir kes birîndar bûne. Tîmên xelaskirinê niha hewl didin ku kesên di trênê de asê mane rizgar bikin. Li gorî daxuyaniyên ku paşê hate kirin de jî tê gotin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

    ‘KIR NEKIR NIKARIBÛ BISEKINIYA'

    Rêwiyek bi navê Leon Offengenden, ragihand ku trên dema ku nêzî rawestgehê dibû xwest kul eza xwe kêm bike lê kir nekir nebû û trên nesekinî û li gelê rawestegê qelibî.

    ​Offengenden, diyar kir ku kesên din ava trênê de ji ber qelibînê ji cihên xwe firiyane û heta vagonên din çûne. Herwiha di encama qezayê de li stesyonê xisarek mezin ya madî çêbû.

    ​Di qezaya ku li Îstasyona Trênê ya Hoboken a dîrokî​ de qewimî tên gotin ku gelek rêwiyên di nava trênê de jî birîndar bûne.

    ROJÊ 15 HEZAR KES JI STESYONA HOBOKENÊ RÊWITIYÊ DIKIN

    CNNê destnîşan kir ku her roj bi qasî 15 hezar kes ji stesyona Hobokenê rêwitiyê dikin û sedema qezayê jî hêj nediyar e.

     





    Etîketan:
    hoboken, qezaya trênê, rawestgeh, birîndar, new jersey, dya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de