15:05 21 Tebax 2017
Zindî
    Angela Merkel û Recep Teyip Erdogan

    Erdogan û Merkel derbarê Sûriyê de hevdîtin kirin

    © Foto: Serokomariya Tirkiyeyê
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi rêya telefonê hevdîtin kirin. Erdogan û Merkel mijarên têkoşîna dijterorê û Sûriyê gotûbêj kirin. Di hevdîtinê de her wiha li ser operasyona ‘Mertalê Feratê’ hate axavtin û girîngiya agirbesta li Sûriyê hate destnîşankirin.

    Navenda Nûçeyan —  Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên Serokomariyê dane, Erdogan û Merkel di serî de li ser nebaşbûna rewşa Heleb û derdora wê de, derbarê mijarên ‘pêşketinên li sûriyê û têkoşîna dijterorê de' hevdîtin kirin.

    Hate destnîşankirin ku Erdogan di hevdîtinê de zanrayî derbarê operasyona ‘Mertalê Feratê' de daye Merkelê û her du serokan li ser girîngiya hewldanên ku peymana sekinandina şerê li Sûriyê careke din bixe meriyetê sekinîne.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Merkel li ser Încîrlîkê li hev nekir
    Erdogan û Merkel piştî rageşiya ‘qirkirinê' cara pêşîn hatin ba hev
    Merkel bûye sedem ku Erdogan şantajê li Ewropayê bike
    Johnson:'Merkel, ji bo razîbûna Erdogan zoriyê li çapemeniyê dike'
    Etîketan:
    Operasyona Mertalê Feratê, Serokomariya Tirkiyê, Angela Merkel, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Heleb, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de