11:04 20 Tebax 2017
Zindî
    Rojnamegerê Kurd ê Îranê Kamran Mîrzaîan

    Swêd dibe ku rojnamegerê Kurd radestî Îranê bike

    © Foto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Hat ragihandin ku rojnamgerê Kurd ê ji Kurdistana Îranê Kamran Mîrzaîan ê ku daxwaza wî ya penaberiyê ji aliyê Dadgeha Koçberan û Daîreya Koçberiyê ya Swêdê ve nehat qebûlkirin, metirsî heye ku radestî Îranê were kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke Rojnewsê Kamran Mîrzaîan ê ku demeke dirêj e di nava refên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de cih digire, di sala 2014a de hat Swêdê û daxwaza penaberiya siyasî kir. Lê belê ev daxwaza Mîrzaîan ji aliyê Daîreya Koçberiyê ve hat redkirin û ji ber vê yekê wî jî serî li Dadgeha Koçberiyê da.

    Dadgeha Koçberiyê mijar nirxand û bi hinceta ku Mîrzaîan di 30ê Tebaxê de nikarîbû di derbarê nasnameya xwe de belgeyan pêşkêş bike û rejîma Îranê nikare bi karê wî yê di Newroz TVyê de bihese, daxwaza Mîrzaîan red kir.

    Hat diyar kirin ku duh di organa weşanê ya Federasyona Rojnamegerên Swêdê ya bi navê "Journalisten" de gotarek hat weşandin û rewşa rojnamegerê Kurd Kamran Mîrzaîan ê li Newroz TVyê dixebite hat vegotin.

    Mîrzaîan ji bo rojnameya Journalistenê axivî û got "Ez dixwazim bi zimanê xwe, li ser çanda xwe binivîsînim, hevpeyvînan bikim. Lê belê nikarim li Îranê van bikim. Weke Kurdekî li Îranê ti mafekî min nîne. Bi hêviya ku welatekî demokratîk e, ez ji dîktatorî û zextan reviyam û min xwe li vir girt. Lê belê bi vê biryarê re hêviyên min şikestin."

    Mîrzaîan da zanîn ku ew ji bo Newroz TV ya bi Kurdî li welatên Asya û Ewropayê weşanê dike.

    Bi heman mijarî:

    Îranê projeya perwerde ya zimanê Kurdî pêk neanî
    Pêşmergeyên PDK-Îyê êrîş birin ser pasdarên Îranê
    Îranê di derbarê 'agirbesta li Sûriyeyê' de daxuyanî da
    Komeke rewşenbirên Kurdistana Îranê piştgirî dan Rojava
    Rejîma Îranê kurdek din qetil kir
    Rejima Îranê dîsa 12 girtî îdam kirin
    Etîketan:
    dibe ku, radestî, kirin, Federasyona Rojnamegerên Swêdê, Daîreya Koçberiyê, Dadgeha Koçberiyê, NEWROZ tv, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Kamran Mîrzaîan, Swêd, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de