11:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Rodrigo Duterte

    Serokdewletê Filîpînan Duterte wê dawiyê li hevkariya 65 salan bîne

    © REUTERS/ Erik De Castro
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Serokdewletê Filîpînan Rodrigo Duterte daxuyand ku ew ê di demek nêzîk de dawiyê li tetbîqet û sepandinên leşkerî yên hevparên bi Amerîkayê re bîne.

    Navenda Nûçeyan — Serokdewletê Filîpînan Rodrigo Duterte yê ku ji bo Serokê Amerîkayê Barack Obama gotibû ‘lawê q….' û bûbû sedema qeyraneke dîplomatîk îcar jî diyar kir ku wê welatê wî ‘di demeke herî nêzîk' de dawî li têkiliyên xweyên leşkeri yên bi Amerîkayê re bîne.

    Duterte got "ev ê tetbîqeta herî dawiyê be, ev di navbera Filîpînan û Amerîkayê de sepandina leşkerî ya herî dawiyê ye". Ger ku Duterte vê gotina xwe bike, wê hevkariyeke leşkerî ya ji sala 1951a vir ve heye, bi dawî bike.

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina Obama û Duterte hat betalkirin
    Filîpînan: Em ê nebin birayê biçûk ê Amerîkayê
    Li Filipînan teqîn: Herî kêm 10 kes mirin
    Etîketan:
    anîn, dawî, hevkarî, Serokê Amerîkayê, Serokdewletê Filîpînê, Barack Obama, Rodrigo Duterte, Amerîka, Filîpînan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de