21:41 19 Tebax 2017
Zindî
    Obama NY

    Obama: Em ê leşkeran neşînin Sûriyeyê

    © REUTERS/ Mike Segar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Serokê DYAyê Barck Obama ragihand ku dema li hember leşkerên amerîkî tehdîteke rasterast rû ne de wê ti leşkerên din neşînin Sûriyeyê.

    Navenda nûçeyan — Obama beşdarî bernameyek CNNê bû û li wê derê derbarê rojevê de hin nirxandin kir.
    Obama derbarê şerê Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku ‘pêşaniya wan ewlehiya leşkerên amerîkî ye' û wiha pê de çû: ‘Li her deverê cîhanê tiştên xirab diqewimin. Divê binêrin ku şandina leşkerên amerîkî yên bo herêmên bi talûke wê encameke baş bide an nede?'
    Obama diyar kir ku hay ji rexneyên li ser politikaya Sûriyeyê ya Amerîkayê heye û got hemû alîyên li Sûriyeyê bi awayekî saxlem senger girtine, lewma jî şandina hejmarek zêde ya leşkerên amerîkî wê nebe sedema rawestandina şer.

    ‘DIVÊ HEMÛ ALIYÊN LI SÛRIYEYÊ LI HEV RÛNÊN, RÊYEK BAŞTIR NÎNE'

    Obama diyar kir ku çareseriyek leşkerî e mimkun e lewma jî divê aliyên li Sûriyeyê bi rêya dîplomasiyê li hev bicivin û li çareseriyek rastîn bigerin. Lewra rêyek baştir tune ye.

    GOTINA ‘TERORA ÎSLAMÎ' GOTINEK TEWŞ E

    Li ser pirsa ku ‘Hûn çima qet nabêjin ‘terora Îslamî' Obama got ev gotineke tewşe û lewma jî wî ti caran bikar neaniye. Obama destnîşan kir ku komên terorîst yên wekî DAIŞ û El Qaîde Îslamê ji bo berjewendiyên xwe Îslamê manipule dikin û wiha pê de çû: ‘Ew jin, zarokan dikin koleyên seksê û wan dikujin. Ew Misilmanan jî dikujin. Ti hinceteke dînî nîne ku van tiştan meşru bike.'

    ‘DAIŞ MISILMANAN TEMSÎL NAKE'

    Obama diyar kir ku komên terorîst yên wekî DAIŞê ku dibêjin ‘em Misilmanan temsil dikin'  Misilmanan temsil nakin û ti eleqa wan jî bi Îslamiyetê tune ye.

    Bi heman mijarî:

    Xwest şalê Obama bîne xarê
    Obama ew pêşnûmeya 11ê Îlonê ya ku Erebîstana Siûdî hêrs dikir, veto kir
    Erdogan, beşdarî resepsiyona Obama bû
    Obama yê ku bi Netanyahu re hevdîtin kir: Hevalbendiya me ya bi Îsraîlê re wê dewam bike
    Nûnerê Obama McGurk dîroka operasyona Mûsilê eşkere kir
    Etîketan:
    şerê li dijî daişê, leşkerên amerîkî, misilman, şerê sûriyeyê, Barack Obama, amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de