12:28 19 Tebax 2017
Zindî
    John Kirby

    Amerîka: Dibe terorîst êrîşî bajarên Rûsayayê bikin

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby got, eger agirbesta Li Sûriyeyê têk biçe, dibe terorîstên li wî welatê dê valahiya hêz bi kar bînin û êrîşî bajarên Rûsyayê bikin.

    Navenda Nûçeyan —Kirby di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de axivî û wiha got: "Eger şerê navxweyî li Sûriyeyê dewam bike, dibê komên tundrew rewşê bi kar bînin û operasyonê berfireh bikin. Bêguman ev dê li dijî berjewndiyên Rûsyayê be û heta dibe êrîş li bajarên Rûsyayê bi xwe jî bên kirin."

    Herwiha rayedarê amerîkî diyar kir ku metodên bersiva ne dîplomatîk jî hat nirxandin lê hûrgiliyên wan planan nedan.

    Ji aliyê din ve Kirby teqez kir ku berpisyarî li ser Rûsyayê ye ta ku şerê li Sûriyeyê bi dawî bike û wiha dewam kir: "Wezîrê (John) Kerry teqez kir ku hîn berpirsyarî li ser Rûsyayê û divê alîkariyên mirovî bên gihandin bo deverên pêwîst."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Leşkerên DYAyê bi awayekî ehmeqane û bê rihm Kerry bê bergirî dihêlin
    Zaxarova: "Şova Kerry ya Sûriyeyê gelekî bi rebenî bû"
    Zaxarova: Ev ne cara yekem e ku Amerîka hemû cîhanê dixapîne
    Zaxarova ji bo nûnerê DYAyê: Ji bo ku hûn wateya gotina şermê fam bikin divê biçin Sûriyê
    Zaxarova: "Washîngton DAIŞê diparêze"
    Zaxarova: Diyaloga tirk û rûsan bi perspektifeke baş berdewam dike
    Etîketan:
    komên tundrew, alîkariyên mirovÎ, John Kerry, John Kirby, Sûriye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de