23:08 20 Îlon 2017
Zindî
    Angela Merkel

    Merkel: ‘Di mijara herêma ji firînê re qedexekirî de hin fikarên min hene'

    © AP Photo/ Axel Schmidt
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ragihand ku di mijara sepandina herêma ji firînê re qedexe de hin fikarin min hene.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Karên Derveyê ya Almanyayê Frank-Walter Steinmeierê ji bo agirbesta li Sûriyayê ji nû ve bê kirin, pêşniyara "Herêma ji firinê qedexe" kiribû. Merkel piştî daxuyaniya wezîr axivî û got: ‘Dema em li rewşa giştî dinêrin, ez derbarê herêma ji firînê re qedexekirî de bifikarim.'

    Wezîrê almanî di axaftina xwe ya li Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ya roja îne de destnîşan kiribû ku sepandina herêma ji firînê re qedexe ya li giştî yê Sûriyayê dê agirbesta li Sûriyayê temîn bike. Herwiha wezîr eşkere kir ku Hikûmeta Sûriyayê divê dawî li operasyonên xwe yên hewayî bîne; eger ev yek bicih neyne dê hemû hewldanên ji bo çareser kirina krîza li Sûriyayê di bin bombeyan de bimînin.

    Bi heman mijarî:

    DYA: Herêma ji firînê re qedexekirî pirsgirêkan çareser nake
    Washington: 'Herêma ji firînê re qedexekirî, egera pevçûna Rûsya û Amerîkayê'
    Siyasetmedarên Almanyayê rexne li Angela Merkelê girtin
    Eksper: Angela Merkel sîyasetmedara herî zêde tê pirolekirin e
    Etîketan:
    daxuyanî, fikar, firîn, qedexe, herêm, Frank-Walter Steinmeier, Angela Merkel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de