04:22 21 Îlon 2017
Zindî
    PEGIDA, Dresden, Almanya

    Li Almanyayê li dijî mizgeftê êrîş hat pêkanîn

    © AP Photo/ Jens Meyer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li Almanyayê li bajarê Dresdenê yê ku tevgera PEGIDA ya li dijî biyanî û Îslamê jê derketiye, duh bi şev li hemberî Mizgefta Fatîhê û Navenda Kongreyê li dû hevdu bi teqîneyên destan êrîş hat pêkanîn.

    Angela Merkel
    © AP Photo/ Gero Breloer
    Navenda Nûçeyan — Hat diyar kirin ku duh bi şev li eyaleta Saksonya ya Almanyayê li bajarê Dresdenê li dijî Mizgefta Fatîhê bi teqîneyên destan êrîş hat pêkanîn. Di daxuyaniya polîsên Dresdenê de hat gotin ku bi saeta herêmî di saet 21.53ya de li dijî mizgefta li ser Cadeya Huhndorfer Strasseyê teqîn hatiye pêk anîn û di lêkolînê de hatiye dîtin ku êrîş bi teqîneyên destan hatiye pêk anîn.

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di dema êrîşê meleye mizgeftê bi hevsera xwe û 2 zarokên xwe re li mizgeftê bû û bi bandora teqînê deriye mizgeftê zirar dîtiye û di mizgeftê de şopa dûxanê çê bûye. Li gel vê yeke di daxuyaniyê de hat dest nişan kirin ku piştî teqîna mizgeftê din ava demek kurt de li heman bajarî li Navenda Kongreyê jî teqînek qewimiye û di teqîna vir de jî teqîneyên destan hatiye bikar anîn. Hat derbirîn ku di herdu bûyeran de jî tu kes birîndar nebûye.

    Herwiha li gel Wezîrê Karên Navxweyî Thomas De Maiziere, Serokwezîrê eyaleta Saksonyayê Stanislaw Tillich û Berdevkê Polîtîkayên Ol û Koçberiyê yê Koma Meclîsa Federal ê Partiya Keskan Volker Beck jî êrîş bi awayekî tund şermezar kirine.

    Hat zanîn ku ji bo ewlehiyê wê êdî li ber mizgeftan her tim polîs bisekinin.

    Bi heman mijarî:

    Nûneriyên Almanya yên li Tirkiyeyê bi sedema metirsiyê hatin girtin
    Almanya: Plana agirbestê ya Rûsya-Amerîkayê ji bo Sûriyayê fersendek nû ye
    Almanya:Ji bo serbestiya vîzeyê riyeke pir dirêj li ber Tirkiyeyê heye
    Almanya jî burqayê qedexe dike
    Almanya: Sedema berdewamiya gotûbêjên endamtiya Tirkiyê ya YEyê, Rûsya û Çîn in
    Etîketan:
    mizgeft, teqîn, êrîş, Serokwezîrê Eyaleta Saksonyayê, Wezîrê Karên Navxweyî ye Almanyayê, Volker Beck, Stanislaw Tillich, Thomas de Maiziere, Saksonya, Dresdenê, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de