04:20 24 Îlon 2017
Zindî
    farc û kolombiya

    Peymana aştiyê ya ku dawî li şerê 52 salan anî hate îmzekirin

    © Foto: twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Peymana aştiyê ya şerê 52 salan ku di navnera Hêzên Çekdar yên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û Hikumeta Kolombiyayê bi dawî kir hate îmzekirin. Serokê FARCê Londono diyar kir ku wê êdî rêya demokrasiye bişopînin.

    CARTAGENA— Peymana aştiyê ya 297 rûpel  ji aliyê Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û Serokê FARCê Timoleon Jimenez (Timoçenko) bi pênûsek ku ji guleyan hatibû çêkirin hate îmzekirin.

     

    SEROKÊ KOLOMBIYAYÊ SANTOS: BERBANGA AŞTIYÊ
    Santos diyar kir ku wan bi armanca peyama ‘ji welatên guleyan ber bi welatê perwerdehî û pêşerojê' bidin pênûseke ku ji guleyan hatiye çêkirin bikar anîne.
    Santos li ser malpera xwe ya twitterê de diyar kir ku pêvajoyeke nû li Kolombiyayê dest pê kir û vê pêvajoyê wek ‘berbanga aştiyê' binav kir.

    PEYMAN LI BAJARÊ CARTAGENAYÊ HATE AVÊTIN
    Merasîma peymanê li bajarê Cartagenayê hate kirin ku ji ber rola xwe ya di rizgarbûna Îspanyayê de wek ‘bajarê leheng' tê binavkirin.

    HERKESÎ CILÊ SPÎ LIXWE KIRIN
    Di merasîma peymanê ya ku 90 deqîqe berdewam kir de 2500 hezar kes beşdar bûn û hemû kes bi cilên spî beşdarî meresîmê bûn.
    Di nava temaşevanên merasmê de Sekreterê Gelemper yê NYyê Ban Ki-Mum, Wezîrê Karê Derve yê DYAyê John Kerry û Serokê Kubayê Raul Castro jî hebûn.
    Serokê Kolombiyayê Santos bang li serokê FARCê kir û got: ‘Dema ku hûn ji nû ve tevlî civatê bibin û bibin tevgereke siyasî, ex wekî serokê vê dewletê ezê we bi demokrasiye pêşwazî bikim.'

    SEROKÊ FARCê: BILA EV YEK JI SÛRIYE Û FILISTÎN Û ÎSRAÎLÊ RE JÎ BIBE MÎNAK
    Serokê FARCê Londono, Santos wekî hevalkarekî ‘wêrek' binav kir û diyar kir ku divê ev yek ne tene bo Kolombiya bo Sûriye, Filistîn û Îsraîlê jî bibe mînak.

    ‘EM Ê DEV JI REXNEKIRINA ELÎTAN Û TÊKOŞÎNA DAD A CIVAKÎ BERNEDIN'
    Londono destnîşan kir ku wê dev ji rexnegirya elît û bijarteyên kolombî û têkoşîna dad a civakî bernedin.
    ‘EZ LÊBORÎNA XWE DIXWAZIM'
    Serokê FARCê Londono diyar kir ku wê li gorî rêgezên peymanê tevbigerin û wiha pê de çû: ‘Em hêvî dikin dewlet jî li gorî peymanê tevbigere. Em bûn sedema gelek êşan. Ez lêborîna xwe dixwazim.'

    DYA MÎSOGERIYA 390 MILYON DOLAR ALÎKARIYÊ DA
    Wezîrê Karê Derve yê DYAyê John Kerry peymana aştiyê wek ‘gaveke mezin' binav kir û got bo alîkariya birêvebirina peymana aştiyê wê 390 milyon dolar alîkariyê bide Kolombiyayê.
    Herwiha Kerry diyar kir ku DYA amade ye ku FARCê ji lîsteya terorê derxîne.
    Yekitiya Ewrûpayê beriya îmzekirina peymanê bi çend saetan ragihandibû ku wan FARCê ji lîsteya terorê derxistine.
    BIRYARA DAWÎ WÊ BI REFERANDÛMÊ BÊ DAYÎN
    Piştî muezakerên di navbera Serokê FARCÊ Londono û Santos de yên ku 4 salan berdewam kirin de biryar hate dayîn ku FARC veguheze partiyeke siyasî.
    Bo ku ev peyman veguheze rewşeke yasayî jî wê 2ê Cotmehê de referandûm bê lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    FARC bertek da êrişên Artêşa Tirk yên li ser Rojava
    Nûçeya ku FARC wê alîkariya şervanên kurd bike hate derewandin!
    FARC dê li gel şervanên kurd li hember DAIŞê şer bikin
    Etîketan:
    peymana aştiyê, farc, şerê navxweyî, Timoleon Jimenez, Juan Manuel Santos, kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de