08:28 26 Îlon 2017
Zindî
    kerry û maduro

    Kerry û Maduro cara pêşî hatin ba hev

    © REUTERS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Serokê Dewletê yê Venezuellayê Nicolas Maduro û Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry di dema mesarîma peymana aştiyê ya FARC û Hikumeta Kolombiyayê de hevdîtinek kirin. Ev hevdîtin hevdîtina pêşî ya Kerry û Mudaro ye.

    Cartagena- Maduroyê ku bi dijberiya xwe ya DYAyê tê naskirin, li mersaîma peymana aştiyê ya FARC û Hikumeta Kolombiyayê ya ku li bajarê Cartagenayê hate lidarxistin bi Kerry re cara pêşî hatin ba hev.
    Kerry beriya ku Maduro bibîne ji rojnamevan re got: ‘Divê mirov avaker be ne xiraker' û got ew ji bûyerên li Venezuelleyê diqewimin gelekî bi endîşe ne.
    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê John Kirby derheqê hevîdtina Kerry û Maduro de daxuyaniyek da ku tê digot ku Amerîka başiya welatiyên Venezuelllayê dixwaze.
    Kirby destnîşan kir ku Kerry di dema hevdîtinê de endîşeyên xwe yên derbarê qeyranên siyasî û aborî yên ku têsîrê li Venezuellayê dikin aniye ziman û ji Mudaro xwestiye ku ‘ew bi awayekî çekêr li gel serokê partiyên dijber bixebite.'

    HEVDÎTINÊN DUALÎ WÊ BERDEWAM BIKIN

    Kirby amaje kir ku wê hevdîtinên Kerry û Maduro berdewam bike ku wan li ser vê yekê li hev kirine.

    Maduro, ji qeyrana aborî ya li Venezuelleya yê Amerîka berpirsiyar dibîne. Mudaro dibêje Amerîka dixwaze hikumeta Venezuellayê têk bibe lewma jî dest bi ‘şerê aborî' kiriye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Planên çekên kimyewî yê DYA yên li Ewrûpayê dibe sedema metirsiyan'
    'DAIŞê li dijî baregeha ku leşkerên DYA û Iraqê lê bûn êrîşa kimyewî pêk anî'
    DYA: Endamên ISSGê di wê ferqê de ne ku cudakirina muxalifên nerm ji El Nûsrayê zehmet e
    Îran: Êrîşê daxuyakirin ku DYA piştgiriya DAIŞê dike
    Jetên hevpeymanê ku DYA pêşekiya wê dike, çeperên artêşa Sûriyê bombebaran kirin
    ‘DYA destûrê nade ku artêşa hevbeş a YEyê bê avakirin'
    Etîketan:
    farc, peymana aştiyê, şerê aborî, Nicolas Maduro, john kerry, Venezuella
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de