11:43 24 Îlon 2017
Zindî
    Preet Bhararayê

    Dozger Bharara bersiva Erdogan da: Ez qet nehatime Tirkiyeyê

    © AFP 2017/ STAN HONDA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 208 0 0

    Berdevkê dozger Preet Bharara yê ku îdianameya karsaz Riza Sarraf yê ku li DYAyê hate girtin amade dike, tawanbariyên Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan yên derbarê Bharara de red kir.

    Navenda nûçeyan — Erdogan dema ku ji New Yorkê vedigeriya Enqereyê di balafirgehê de gotibû ku: ‘Dozger Bharara û hakim Richard Berman jî beriya demekê hatibûn Tirkiyeyê û ew ji aliyê FETOyê ve hatibûn pêşwazîkirin.'
    Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê Berdevkê Bharara James Margolin derbarê gotinên Erdogan de daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku Bharara qet neçûye Tirkiyeyê.

    Li ser vê yekê derketibû holê ku hakim Berman di sala 2014an de beşdarî sempozyuma buroya parêzgeran ya YKK ya ku bi nêzîkahiya xwe Fethullah Gulen tê naskirin bûye û li wê derê hatiye pêşwazîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê şaredariya bajarekî mezin ê AKPeyî ji doza FETO hat binçavkirin
    Ahmet Şik: "Erdogan piştgirî da FETO, bila ew jî were darizandin"
    Yildirim: "Heke di operasyonên FETO de şaşitî hatibe kirin..."
    Kurtulmuş: "FETO, ji bo Amerîkayê jî tehdîd e"
    Dadgeha Bilind: "Endamên FETO wê ji terefê dadgehên serbixwe ve werin darizandin"
    Etîketan:
    gulen, dozger, feto, riza serraf, tayîp erdogan, james margolin, Preet Bharara, tirkiye, dya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de