10:16 20 Îlon 2017
Zindî
    Êrişa çekdarî ya li Amerîkayê

    Êrişkarê êrişa mexazayek li DYAyê sûcên xwe qebûl kir

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Arcan Çetîn ê ku wekî êrişkarê êrişa ser navendeke danûstandineke li herêmeke girêdayî Washintonê ku di encamê de 5 kesana jiyana xwe ji dest da dihate sûcdarkirin, sûcên xwe qebûl kir.

    Navenda nûçeyan —  Arcan Çetîn li dadgeha herêma Skagit County cara pêşî derkete pêşberê dadwêr. Çetîn diyar kir ku ew hay ji tiştên ku pê tê sûcdarkirin heye û ew hemûyan dipejirîne. Dadgeh 2 milyon cezayê kefalete li Çetîn birî.
    Çetîn ji ber kuştina her mirovekî wê bi daxwaza 20 sal cezayê girtîgehê bê darizandin. Di dema rûniştina dozê de merivên kesên jiyana xwe ji dest dabûn û dayika Çetîn jî hazir bûn.

    CINAYET DI NAVA DEQÎQEYEKÊ DE HATE KIRIN

    Li gorî belgeyên di destê dadgehê de Çetîn cînayetan di nava deqîqeyekê de kir. Çetîn dema ku ketiye nava maxazeyê pêşî gule li keçeke ciwan û paşê jî 4 kesên ku li ber standa kozmetê sekinîbûn barandiye. Herwiha Çetîn piştî êrişê cercura xwe daniye ser qaseya maxazê û ji cihê bûyerê reviyaye.

    Li gorî îdiayên hevalên Çetîn û medyaya DYAyê, deruniya Çetîn nebaş e û ew li hember jinan herdem bi tundî tevdigere.

    Polêsên parêzgeha Washingtonê diyar kirin ku ji Tirkiyeyê li gel malbata xwe koçî DYAyê kirine û ew xwedî mafên yasayî yê rûniştinê ne.

    Hêjayî gotinêye ku Çetîn di 23ê Îlonê de li navendeke danûstandinê ya li herêma Burlington bi qasî 100 kîlometre dûrî bajarê Seatlleyê êrişeke çekdarî kiribû û di encamê de 4 ji wan jin 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

    Bi heman mijarî:

    Êrişkarê Midûriyeta Ewlehî ya Elazîzê hat girtin
    Wêneyê êrişkarê dêrê hate weşandin
    'Êrişkarê Mûnîhê, êrişê salek berê plan kiribû'
    Nasnameya êrişkarê Dallasê hate eşkerekirin
    Hevsera êrişkarê Orlandoyê: "Haya min jê hebû û min xwest devjê berde"
    Etîketan:
    mikur hatin, êrişa çekdarî, Arcan Çetin, Washington
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de