15:52 20 Îlon 2017
Zindî
    Seantorê Parêzgeha Virginiyayê Richard Black

    Senatorê amerîkî: Rûsya li Sûriyeyê tekane hêza bibandor e

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Senatorê Parêzgeha Virginiyayê ya DYAyê Richard Black teqez kir ku ziyana ku Rûsyayê gihandiye DAIŞê bi gelekî ji ya Hêzên Hevpeymanê ya bêbiryar bêtir e û diyar kir ku di êrîşên Dêra Zorê, haya Amerîkayê jê hebû ku li Artêşa Sûriyeyê dixe.

    Navenda Nûçeyan —Piştî ku agirbesta Sûriyeyê ya bi rêkeftina di navbera Rûsya û Amerîkayê de hatibû ragihandin têk çû,Senatorê Parêzgeha Virginiyayê ya DYAyê Richard Black bi RTyê re li ser rewşa Sûriyeyê axivî û diyar kir ku haya Amerîkayê jê hebû ku hêzên hevpeymanê êrîşî leşkerên Sûriyeyê dikir. Black teqez kir ku Amerîka guh li mirina leşkerên Sûriyeyê nake û wiha dewam kir:

    Sûriye
    © AFP 2017/ Vasily Maximov
    "Dizanim ku di serî de her kesî hêvî dikir ku agirbest bi ser keve û hêviyeke mezin li ba rûsan û sûriyan ji bo vî tiştî çêbûbû. Lê piştî ku sepandina agirbestê dest pê kir bi demeke kurt, Amerîkayê Artêşa Sûriyeyê li Dêra Zorê bi tundî bombebaran kir. Me dizanî bê em li çi dixin. Me 62 leşkerên Sûriyeyê, mirovên mêrxas û bêtawan kuştin û me zêde guh jî lê nekir."

    "AMERÎKAYÊ JI QESTÎ VE HIŞT DAIŞÊ PALMÎRAYÊ DAGIR BIKE"

    Ji aliyê din ve, Black diyar kir ku pêşniyara herêma ji balafiran re qedexe ya ku civîna Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê de hat kirin, ew şaş kir û teqez kir ku Amerîka bikare vê pêşniyarê bisepîne, ew ê tenê li ser Rûsya û Sûriyeyê were sepandin.

    Herwiha senatorê amerîkî diyar kir ku Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de guherbar e û wiha got: "Tiştekî diyar e ku Hevpeymana li dijî DAIŞê ya Amerîka pêşengiya wê dike, ji qestî ve rê da DAIŞê ku Palmîrayê kontrol bike. Dîsa diyar e ku hevpeymanê ji qestî ve rê da DAIŞê ku 2 hezar tankerên petrolê di sînorê Tirkiyeyê re derbas bike. Lê Rûsyayê dawiya bazirganiya DAIŞê ya petrolê anî. Di vê çarçoveyê de, Rûsya tekane hêza bibandor e li Sûriyeyê."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka sekna xwe ya di derbarê Sûriyeyê de her tim diguherîne
    Rûsya: Amerîka ji berpisryariya 'xeletî' ya dawiyê ditirse
    Generalê amerîkî: "Divê Rûsya û Amerîka dev ji reqabetê berdin"
    Rûsya: "Amerîka, soza xwe ya li Sûriyeyê bi cih nayîne"
    Rûsya û Amerîka planên xwe yên rawestandina şerê li Sûriyeyê eşkere dikin
    Lavrov: Rûsya û Amerîka dibe ku hefteya bê jî li hevdu bicivin
    Rûsya û Amerîka ji bo 10 rojan li Sûriyayê agirbest bê ragihandin hevdîtin dikin
    Etîketan:
    Agirbest, Hevpeymana Navdewletî, DAIŞ, Richard Black, Dêra Zorê, Sûriye, Palmîra, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de