12:51 25 Îlon 2017
Zindî
    A man speaks to police in uptown Charlotte, NC during a protest of the police shooting of Keith Scott, in Charlotte, North Carolina, U.S. September 21, 2016

    Polîsê DYAyê, dîmenên kuştina Scottê reşik belav kir

    © REUTERS/ Jason Miczek
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Dîmenên ji hêla kameraya polîsan ve hatiye kuştin, ên dema kuştina kesê bi navê Scott ê reşik ji hêla polîsekî ve û yên beriya wê, ji çapemeniyê re hate belav kirin ku li bajarê Charlottê yê DYAyê hatibû kuştin. Di dîmenan de naye zanîn ku di destê Scott de çek heye an na.

    Charlotte — Dîmenên derbarê dema kuştina kesê bi navê Keith Lamont Scott ê reşik ji hêla polîsan ve û yên beriya wê hatin belav kirin ku Scott ji bajarê Charlotte yê eyaleta Carolina Bakur ê DYAyê hatibû kuştin.
    Qeyda ji hêla kameraya li ser cilê polîsekî ku Scott kuştiye û ya ji hêla wesayita polîsan ve hatiye kişandin ji bo çapemeniyê hate belavkirin. Di dîmenan de nayê zanîn ku di destê qurbaniyê 43 salî de çek heye an na.

    Malbata qurbanî piştî belavkirina dîmenan daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Scott li hemberî polîsan êrîşkar nebûye û kuştin heq nekiriye. Malbatê herwiha aşkere kir ku dîmenên hatiye belavkirin bersivên nade pirsên bingehîn yên weke ‘di destê qurban de çek heye an na'.

    ÇI BIBÛ?

    Malbata qurbanî jî dîmenên ji hêla wan ve hatibûn kişandin belavkirin. Di dîmenên ku ji hêla hevjîna wî ve hatibû kişandin de ji Scott re polîsek dibêje ku ‘çeka di destê xwe de deyne'. Di dîmenan de hevjîna Scott diyar dike ku ‘gule bernede, çeka wî nîne' û polîsan hişyar dike.

    Malbata Scott di daxuyaniya pêşîn de aşkere kiribû ku ‘di destê qurbanî de tenê pirtûk hebû û polîsan digel vî tiştî bera wî dan'. Şefê Polîsan ê Charlottê jî îdia kiribû ku "Di destê Scott de çek hebû û bi hinceta ku bersiv nedabû hişyariya danîna çekê gule bera wî dane.".

    Piştî bûyerê bi sedan kesan li kolanên Charlotte meşa protestoyî ya bi sloganên azadî û dadê lidarxistibûn. Ji ber ku protesto zêde bûn li bajêr rewşa awarte hatibû ragihandin.

    Etîketan:
    polîs, kuştin, reşik, Polîsên Charlottê, Keith Lamont Scott, DYA, Carolina, Charlotte
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de