17:45 18 Kanûn 2017
Zindî
    Jean-Marc Ayrault

    Fransa ji bo peymana Rûsya - Amerîkayê pêşniyarek nû kir

    © REUTERS/ PHILIPPE WOJAZER
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derveyêya Fransayê Jean-Marc Ayrault mekanîzmayekê nû ji bo peymana agirbesta ya li Sûriyayê di navbera Rûsyayê û Amerîkayê hatibû morkirin, pêşkeş kir.

    New York — Ayrault, civîna çapameniyê li New Yorkê di Lijneya Neteweyên Yekbûyî de li dar xist û ragihand ku ji bo agirbestê pêşniyarek kirine. li gorî pêşniyarê ku peymana Amerîka û Rûsyayê bê sepandin, agirbest bi mekanîzmaya erê kirinê û çavdêriyê pêkane. Ev mekanîzma dê hemû endamê Koma Alîgirên Sûriyayê ya Navneteweyî bîne cem hev û lê nêz bûnek kolektîk pêşkeş bike.

    PARÎS, BI PÛTÎN RE HEFTEYA BÊ JI BO KRÎZA LI SÛRIYAYÊ HEVDÎTIN PÊK BÎNE

    Ji aliyê din ve wezîrê frensî eşkere kir ku hikûmeta Fransayê ji bo krîza li Sûriyayê çareyek bibîne bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hefteya bê hevdîtin pêk bîne.

    Herwiha Ayrault destnîşan kir ku Fransa ji bo krîza li Sûriyayê çareser bike bi gelek aliyan re hevdîtin pêk anîtiye û danûstandina fikran pêk anîtiye. Dê bi heman şêwazi hefteya beriya me di serdana Pûtîn ku serdana Parîsê dike hevdîtin pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    Fransa û Swêd bertek dan Tirkiye: Rêza azadiyan bigre
    Fransa: Koreya Bakur divê bersiva ceribandinên moşekan bide
    Fransa, ji bo tekoşîna dijî DAIŞê bataryayên topavêj li Iraqê bi cih dike
    Fransa dixwaze muzakereyên TTIPê bidawî bike
    Etîketan:
    , pêşniyar, çareserî, krîz, Jean-Marc Ayrault, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de