07:09 24 Gulan 2018
    Steffan De Mistura

    De Mistura: Civîna Sûriyeyê dirêj, biêş û bêhêvî derbas bû

    © AFP 2018 /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Taybetê Sûriye yê NY Staffan de Mistura got civîna Koma Piştgiriya Sûriyeyê ya Navneteweyî (ISSG) li gel Liijneya Giştî ya NY hat lidar xistin ‘dirêj, bi êş û bêhêvî' derbas bû.

    Navenda Nûçeyan — De Mistura piştî civînê daxuyand ku şaş e ku were gotin agirbest li Sûriyeyê têk çû û diyar kir ku ew dixwazin bawer bikin ku Rûsya û Amerîka di amadekirina hûrgiliyÊn peymanê cidî bin.

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry jî got ji bo hevdîtina di derbarê Sûriyeyê Amerîka û Rûsya roja îniyê wê dîsa li hevdu bicivin û got "em bawer dikin ku armanc û pêvajoya ku serê vê mehê li Cenevreyê hatin kirin tiştên rast bûn."

    Kerry anî ziman ku Rûsya û Amerîka di mijara pêkanîn a agirbesta li Sûriyeyê de li hevdu nakin û got "ger ku Rûs bi pêşniyarên erênî werin cem me, em ê wan guhdar bikin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Divê El Nûsra ji agirbestê sûdê wernegire
    Çûrkîn: Lavrov û Kerry di mijara Sûriyeyê de pêşketinek xweş bi dest xistin
    Lavrov û Kerry li New Yorkê çend hevdîtin pêk anîn
    Lavrov û Johnson di hevdîtina xwe de krîza Sûriyeyê nirxandin
    Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"
    Etîketan:
    derbasbûn, bêhêvî, biêş, dirêj, civîna Sûriyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, John Kerry, Staffan de Mistura, Sûriye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de