13:07 21 Tebax 2017
Zindî
    NATO bayrağı - Polonya

    Welatên Rojhilatê Ewropayê li hemberî Rûsyayê li pey tifaqek nû ne

    © Flickr/ US Army Europe Images
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li gorî gotarek ku di rojnameya Tages-Anzeigerê ya Swîsreyê de cih girt, ragihand ku welatên Rojhilatê Ewropayê ku ji polîtîkayên derveyê ya Rûsyayê ditirsin û xwe ji bo ku xwe ji emperyalîzmaya Rûsyayê biparêzin li ser fikrek hevkariyê ya nû difikirin.

    Navenda Nûçeyan — Di nivîsê de hate eşkere kirin ku NATO di çerçoveya bûyerên li Ukraynayê ji bo hevalbendên xwe biparêze hebûna xwe ya li Rojhilatê Ewropayê firehtir kiriye, lê li ser tifaqek ku hemû welatên li herêmê biparêze, NATO û welatên ku endam nînin jî di nav de tê meşandin.

    ‘100 SAL BERÊ HATIBÛ PÊŞNIYARKIRIN'

    Di nivîsê de hate bibîrxistin ku ev fikr 100 sal berê hatiye pêşniyarkirin, Mereşalê polînî Jozef Pilsudski (1867-1935) ji bo emperyalîzma Almanya û Rûsyayê bê astengkirin pêşniyarek wiha kiriye û li Polonyayê ev fikr gelek populere. Serokê Dewletê Andrzej Duda gelek caran destnîşan kir ji bo tehdîta Rûsyayê dive ev fikr bikeve merîteyê.

    Bi heman mijarî:

    NATO: "Mijara endamtiya Tirkiyeyê ne cihê nîqaşê ye"
    Forbes: "Rûsyayê, planên NATO yên li Deryaya Reş têk birin"
    NATO dê 10 hezar leşker sewqî Polonyayê bike
    Lîtvanya: NATO welatê Rûsyayê ji DAIŞê zeftir wek tehdît dibîne
    Etîketan:
    fikr, hevkarî, NATO, rojnameya Tages-Anzeigerê, Andrzej Duda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de