18:27 20 Tebax 2017
Zindî
    Amerîka - çalakî - protesto

    Di bûyerên li Amerîkayê de herî kêm 44 kes hatin desteserkirin

    © REUTERS/ BRİA WEBB
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Dawî bûyerên li Amerîkayê ku piştî welatiyek reşik bajarê li Charlotteyê ji aliyê polêsan ve hate kuştin nayê. Hate ragihandin ku di çalakiyên 2 rojên dewam dikin de 44 kes hatine desteserkirin.

    Navenda Nûçeyan — Welatiyek reşik yê 43ê salî roja şêşemê ji aliyê polêsan ve hatibû kuştin. Welatiyên xwestin kuştina kesê reşik protesto bikin daketin kolanan, lê di navbera polêsan û çalakvanan de şer derket û şer heta sere sibê berdewam kir.

    Şefê polêsan ya herêmê Kerr Putney derbarê çalakiyan de daxuyanî da û eşkere kir ku herî kêm 44 kes hatine desteserkirin.

    Li Amerîkayê her sal bi 10an welatî bi çekan tên kuştin. Ji destpêka îsal heta niha hejmara kesên ku ji aliyê polêsan ve hatine kuştin gihîşt 706 kesan.

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê tûndiya li hemberî welatiyên reşik hate protestokirin
    Reşik dixwazin li DYAyê dewletekê avabikin
    Li DYAyê di hefteyekê de polîsan 2 reşik kuşt
    Li Fransayê cara yekemin jineke reşik û misilman bû namzedê serokomariyê
    Etîketan:
    reşik, welatî, protesto, polês, desteserkirin, çalakî, kuştin, Kerr Putney, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de