02:30 17 Tebax 2017
Zindî
    avahiya MI6-mi6

    Times: MI6, wê hejmara sîxuran zêde bike

    © AFP 2017/ BEN STANSALL
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Rojnameya brîtanî Times, da zanîn ku beşa sîxurîya derve ya brîtanî MI6 wê hejmara sîxurên xwe zêde bike.

    Navenda nûçeyan — Rojnameyê di manşeta xwe de diyar kir ku  ‘MI6 di çarçoveya şerê li dijî terorê de wê bi sedan sîxuran bigre kar.'
    Herwiha tê gotin ku MI6 wê bi qasî hezar sîxurên din bigre û bi vê yekê wê hejmara sîxuran bibe 3 hezar 500.

    ‘BÊHTIR JÎ WÊ JIN Û KESÊN KÊMAR BÊN GIRTIN'

    Times diyar dike ku MI6 wê bêhtir jin û kêmaran bigre kar.

    PIŞTÎ ÊRIŞA LONDRAYÊ HEJMARA PERSONELÊN MI6AN JI SEDÎ 40 ZÊDE BÛ

    Piştî êrişa terorî ya li Londrayê ya 7ê Tîrmeha sala 2005an û heta niha hejmara personelên MI6an bi ji sedî 40 zêde bû.

    2 SAZIYÊN SIXURIYÊ DIN YÊ BRÎTANYAYÊ HENE

    Serokê MI6ê Alex Younger di axaftina xwe ya li konferanseke li Washingtonê diyar kir ku ew li serdema dijital de dijî. Ev yek hem tehdîteke hebûnî ye û hem jî firsendeke zêrîn e.
    Younger  amaje kir ku ji xeynî MI6an 2 saziyên din yên sîxuriyê yên Brîtanyayê hene. Herwiha li saziya MI5ê bi qasî 4 hezar kesên berpirsiyarê guhdarkirinan heye. Li saziya  din ya bi navê GCHQ jî 6 hezaran zêdetir kes dixebite.

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya hetanî meha sibatê pêvajoya veqetandina ji YEyê dide destpêkirin
    Balyozxaneya Brîtanya bi sedema ewlehiyê sibê girtiye
    Brîtanya piştî 5 salan ji bo Îranê balyoz tayîn kir
    Brîtanya 20 hezar penaberên sûriyeyî werdigire
    Balyozê Brîtanya: "Ji hewldana derbeyê gruba Gulen berpirsyar e"
    Etîketan:
    times, şerê sîxurî, sîxurî, GCHQ, MI5, MI6, Alex Younger, brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de