01:01 19 Tebax 2017
Zindî
    John Kerry û Sergey Lavrov

    Lavrov û Kerry li New Yorkê çend hevdîtin pêk anîn

    © REUTERS/ PIERRE ALBOUY
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li New Yorkê çend hevdîtin pêk anîn.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li New Yorkê di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de çend caran hevdîtin pêk anîn.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Lavrov û Kerry ji bo mijara Sûriyeyê bi rêya telefonê axivîn û piştî axaftinê herdu ali bi heyetekê ve rû bi rû civiyan.

    Lavrov û Kerry ji bo peymana agirbesta li Sûriyeyê li ser navê welatên xwe li hev kiribûn û li gorî peymanê divê alîkariya însanî bighînin herêmên dorpêçkirî û herdu welat bi awayekî kordîne li hemberî rêxistinen terorîst êrişên hewayî pek bînin. Lê Piştî êrişa balafirên koalîsyona navneteweyî ya li Dêra Zorê li hemberî leşkerên Artêşa Sûriyeyê û êrişa ser konvoya alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî li Helebê peyman kete metirsiyê.

    Ji aliyê din ve Artêşa Sûriyeyê jî ji bo ku grûbên mûxalif bi yekalî agirbest îhlal kirin ragihand ku tu wateya sepandina peymana agirbestê nemaye. Peymana agirbestê di 12ê Îlonê hatibû ragihandin û li gorî pêvajoyê wê dem bi dem bihata dirêjkirin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov ji Kerry re got: "Mûxalifên nerm ji terorîstan veqetînin"
    Lavrov û Kerry ji bo peymana Sûriyeyê wê dîsa li Cenevreyê bicivin
    Rûsya: Lavrov û Kerry wê sibe li hevdu bicivin
    Lavrov û Kerry ji bo krîza Sûriyayê dîsa hevdîtin pêk anîtin
    Lavrov û Kerry di 8-9ê Îlonê de li Cenevreyê tên cem hev
    Etîketan:
    Hevdîtina Lavrov û Kerry, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, John Kerry, Sergey Lavrov, New York, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de