22:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Şer û pevçûnên Komara Kongoyê

    Li Kongoyê di şer û pevçûnan de herî kêm 100 kes hatin kuştin

    © Foto: AA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 642 0 0

    Hat ragihandin ku li Komara Kongo ya Demokratîk, ji roja duşemê û vir ve şerekî dijwar diqewime û li gorî zanyariyan herî kêm 100 hatiye kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li paytextê Kongo li Kinshasayê, di xwepêşandanên partiya bi navê Yekîtiya Pêşvebirina Civakî û Demokrasiyê (UDPS) a mûxalîf ku li dijî Serokdewlet Joseph Kabila lidar xist, şer qewimî. Li gorî daxuyaniya hikumetê ku ragihand di şerê li vir de 32 kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê belê li gorî daxuyaniya UDPS'ê, di şerê bi polêsan de zêdeyî 100 kes mirine.

    Li Komara Kongo ya Demokratîk, ku navê wê yê berê Zaîre bû, li şûna Mobuto Seseseko yê di sala 1997'an de hat têkbirin, Laurent Kabila hatibû ser desthilatdariyê. Piştî ku Laurent Kabila di sala 2001ê de bi sûîqestê hat kuştin, rêveberî ketibû destê kurê wî Joseph Kabila.

    Bi heman mijarî:

    El Şebab, êrişî baregeha Yekîtiya Efrîqayê kir: Herî kêm 50 kuştî
    Deshilatdariya Efrîqaya Başûr di hilbijartina herêmî de derbe xwar
    Boko Haram got dinya erda rast e û kete şopa mamosteyên erdnîgariyê!
    Li Nîjeryayê êrişa Boko Haram: '65 kuştî û 50 birîndar'
    5 çekdarên Boko Haram li Mûsilê hatin kuştin
    Etîketan:
    Xwepêşandanên Kongoyê, ekîtiya Pêşvebirina Civakî û Demokrasiyê (UDPS), Mobuto Seseseko, Laurent Kabila, Joseph Kabila, Komara Kongoyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de