18:38 17 Tebax 2017
Zindî
    Balafira Amerîkayê

    Balafireke şer a Amerîkayê li Japonyayê ket

    © Flickr/ U.S. Pacific Command
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8410

    Balafireke şer a Amerîkayê li girava Okinawaya Japonyayê ket û sedema ketina balafirê hê jî nayê zanîn.

    Navenda Nûçeyan — Balafireke şer a Amerîkayê li girava Okinawaya Japonyayê ket û sedema ketina balafirê hê jî nayê zanîn. Li gorî çapemeniya Japonyayê pîlotê balafirê ji mirinê rizgar bûye.

    Balafira AV-8B Harrier 2 ya Amerîkayê ku li baregeha Okinawaya Japonyayê bû ket. Balafira amerîkî li bakurê Okinawayê 150 kîlometro li rojhilatê bajarê Kunigamiye li gorî pêşbîniyan ji ber sedemên teknîkî ket.

    Li gorî nûçeyên çapemeniya Japonyayê, herêma ku bûyera qezayê lê qewimî helikopter û keştiyeke lêgerîn û rizgarkirinê hat sewkirin. Ryukyu Shimpoyê di nûçeya xwe ku sparte berpirsên herêmî ragihand ku pîlotên balafirê ji mirinê rizgar bûne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka rasterast wê çekên giran bide YPGê
    Zaxarova: Ev ne cara yekem e ku Amerîka hemû cîhanê dixapîne
    Lavrov: Girîng e ku Amerîka berpirsyariyên xwe yên li Sûriyeyê bi cih bîne
    Divê Îsraîl û destgirê wî Amerîka bên cezakirin
    Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
    Etîketan:
    Balafira AV-8B Harrier 2 ya Amerîkayê, Balafira Amerîkayê li Japonyayê ket, Japonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de