22:38 23 Tebax 2017
Zindî
    Jens Stoltenberg

    Stoltenberg: Bêyî delîlên berbiçav nabe ku ez li ser êrîşa konvoyê şîroveyan bikim

    © AP Photo/ Daniel Ochoa de Olza
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Sekreterê Giştî yê NATOYê Jens Stoltenberg got heta ku delîlên berbiçav tune bin, nabe ku ez li ser berpirsên êrîşa li hemberî konvoya NY ya ku alîkarî dibirin herêma Urum El Kubra ya Helebê, şîroveyan bikim.

    Navenda Nûçeyan — Stoltenberg ê ku piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re axivî, anî ziman ku heta delîlên berbiçav tune bin sûcdarkirina aliyekî li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

    Sekreterê Giştî yê NATOyê bal kişand ser ku divê ji bo dîtina berpirsên êrîş a ku tê de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi awayekî berfireh lêkolîn werin kirin.

    Her wiha Stoltenberg da zanîn ku hevdîtina wî ya bi Lavrov re ‘erênî' derbas bûye û derbirî k udi hevdîtinê de mijarên di skaleyeke berfireh de hat axaftin.

    Konvoya NY ya ku alîkarî dibir Helebê roja şemiyê rastî êrîşê bûbû. Amerîka û Îngilîstan ji êrîşê Rûsya û Sûriye berpirs girtibûn. Rayedarên Rûsî jî dest nîşan kiribûn ev daxuyanî rastiyê nîşan nadin û wek ‘provokasyon' bin av kiribû û ji bo lêkolîneke berfireh bangewazî kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya derheqê êrişa hêzên koalîsyonê ya li hemberî Artêşa Sûriyayê de daxuyanî da
    Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"
    Amerîkayê ji bo êrîşa li dijî karwanê alîkariya mirovî Rûsya sûcdar kir
    Rûsya dîmenên konvoya ku rastî êrişê hatibû parve kir
    Rûsya: Dê tu biryara KENYê ji bo agirbesta li Sûriyayê tine be
    Moskova: "Rûsya û Sûriye êrişî tu konvoyên NY nekirine"
    Etîketan:
    şîrove, berbiçav, delîl, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, NY, Sekreterê Giştî yê NATOyê, Sergey Lavrov, Jens Stoltenberg, Rûsya, Îngilîstan, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de