16:29 27 Gulan 2018
Karwana Alîkariyên Mirovî yên NYyê bo Helebê

NY li Sûriyeyê dîsa dest bi alîkariyên mirovî kirin

© AFP 2018 / Omar haj kadour
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku alîkariyên mirovî yên ku piştî êrîşa li hemberî konvoya diçû Helebê hatibûn sekinandin, ji nû ve hatiye destpê kirin.

Navenda Nûçeyan — Daxuyanî ji aliyê Ofîsa Koordîsnasyon a Têkiliyên Mirovî yên NY ya li Cenevreyê ve hat dayîn û di daxuyaniyê de hat gotin "ji bo alîkariya mirovî amadehiyên konvoyan ji cihê mabû ve dewam dikin û ew ê di demeke herî kurt de ji bo ku alîkariyan bigihîjînin herêmên di bin dorpêçê de amade bin."

Nûnera Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya li Sûriyeyê Elizabeth Hoff jî got em amadehiyan dikin ku alîkariya tenduristiyê bigihînin banliyoyên Şamê.

Netweyên Yekbûyî piştî ku konvoya alîkariyê li herêma Urum El Kubra ya girêdayî bajarê Helebê rastî êrîşê hat şûnde daxuyandibû ku wan şandina konvoyên alîkaryên mirovî yên ji bo Sûriyeyê dane rawestandin.

Di êrîşê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 18 wesayitên di konvoya ji 31 wesayitan pêk dihat de jî êdî bikêrî tiştekî nedihatin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"
Erdogan li NY: Li dijî FETOyê bergiriyên hewce bigirin
Moskova: "Rûsya û Sûriye êrişî tu konvoyên NY nekirine"
NY: Alîkariyên mirovî yên bo Sûriyeyê hatin rawestandin
NY: Karwanê alîkariyê yê ku diçû Helebê rastî êrîşê hat
Etîketan:
destpêkirin, alîkariyên mirovî, Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Elizabeth Hoff, Şam, Cenevre, Sûriye, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de