18:22 22 Cotmeh 2017
Zindî
    petrola Lîbyayê

    Piştî du salan, cara yekem petrola Lîbyayê hat hinardekirin

    ALJAZEERA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2010

    Piştî ku şer û pevçûn li Lîbyayê kêm bûn, careke din sewqiyata petrolê ya wî welatî bo cara yekem dest pê kir.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku tankera Seadeltayê ya radihêje 781 hezar bermîlên petrolê, duh ji keştîgeha Ras Lanûfê ber bi Îtalyayê ve kete rê. Ew şewqiyat ji aliyê şirketa OMG AGê ya navenda wê li Viyanayê ye, hat pêkanîn.

    Berî niha keştiya navborî ji ber şer û pevçûnan, bêyî ku barkirina xwe temam bibe neçar mabû ku ji keştîgehê derkeve. Keştiya duyem a ku dê 600 bermîlî bar bike, dê di nava du rojan de têkeve rê.

    NATOyê sala 2011an destwerdan di Lîbyayê de kir ku ji wê çaxê de hikûmeteke bistiqrar nehatiye ser wî welatî û di encamê de ev 5 sal in ku di hilberandin û sewqiyata petrolê de kêşeyên cidî hene. Aboriya Lîbyayê ya ku xwediya mezintirîn rezervên petrolê yên Afrîkayê ye, derbeyeke mezin ji ber şer û pevçûnan xwariye.

    Herwiha şirketa petrolê ya girêdayî dewletê serê vê mehê ragihandibû ku ew ê bergiriyên rê li ber şandina petrolê digirin taloq bikin.

    Ji aliyekî din ve, hinek tesîsên petrolê ji destpêka meha Tebaxê de dest bi xebatê kiriye û di encamê de hilberandina petrolê bi qasî 70% zêde bûye.

     

    Bi heman mijarî:

    Lîbya çekên xwe yên dawî yên kimyewî şand Almanyayê
    Obama armanca operasyona nû ya Lîbyayê eşkere kir
    NYê ji bo êrîşa li Lîbyayê piştgirî da Amerîkayê
    Obamayî li Lîbyayê destûra operasyonên hewayî li dijî DAIŞê da
    Hêzên Lîbyayê kargehek mezin ya DAIşê bidestxist
    Fransa li xwe mikur hat ku leşekerên wan li Lîbyayê hene
    Li Lîbyayê li dij DAIŞê operasyon hate kirin: 36 kuştî
    Etîketan:
    keştî, hilberandin, bermîl, petrol, NATO, Îtalya, Viyana, Ras Lanûf, Lîbya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de