02:42 18 Çile 2018
Zindî
    John Kerry Civîna Giştî ya NYyê

    Kerry: Em amadekariyan dikin ku bi Rûsyayê re li Sûriyê hevkariya leşkerî bikin

    © REUTERS/ Lucas Jackson
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê DYAyê John Kerry li New Yorkê di Civata Giştî ya NYyê de axivî û got ku li Sûriyê çêkirina hevkariya leşkerî bi Rûsyayê re dinirxînin.

    New York — John Kerry herwiha diyar kir ku li Sûriyê ji bo ragihandina alîkariyên mirovî bi awayekî ewle, divê herêma ji firînê re qedexe bê avakirin. Kerry got ku weke di agirbestê de jî hatiye diyarkirin ew li Sûriyê ji bo hevkariya leşkerî ya DYA û Rûsyayê di amadekariyên de berdewam dikin. Kerry di axavtina xwe de destnîşan kir ku ‘Bi fermana ku Serok Obama jî daye, amadekarî berdewam dikin ku di navbera Rûsya û DYAyê de hevkarî di warên leşkerî û istixbaratê de çêbibin'. Kerry destnîşan kir ku li gorî baweriya DYAyê DYA li Sûriyê hîna jî çareseriyeke aştiyane mimkun e.

    ‘DIVÊ HEMÛ BALAFIR JI QADA HEWAYÎ VEKIŞIN'

    Wezîrê Karê Derve yê DYAyê daxwaz kir ku ji bo ragihandina bêpirsgirêk a alîkariyên mirovî bila hemû balafir ji qada hewayî vekişin. Kerry nav da û diyar kir ku divê destpêkê balafirên şer ên artêşa Sûriyê li herêmê bi ti awayî nefirin. Kerry ji welatên cîhanê xwest ku piştgiriya ji bo aliyên agirbesta li Sûriyê têk dibin qût bikin. Kerry ji welatên cîhanê xwest ku piştgiriya ji bo aliyên agirbesta li Sûriyê têk dibin qût bikin.

    ‘KOMÊN MUXALIF BAWERIYA XWE BI FETIH EL ŞAMÊ ANÎN'

    Kerry got ku "Tiştê divê em bikin, rêyên dîplomatîk bikar bînin û ji van rêyên bi ber û asteng rêya derketinê ya herî guncav bibînin". Kerry di axavtina xwe de diyar kir ku hin komên muxalif ên li Sûriyê baweriya xwe bi rêxistinên weke Fetih El Şamê (bi navê wê yê berê El Nusra) anîne ku piştgirî nedida hewldanên çareseriya rêyên polîtîk û dîplomatîk û li gel van rêxistinan li Sûriyê şer dikirin. Kerry bi van gotinan îtîraf kir ku nehiştine DYA li hêleke din binêre.

    ‘DIVÊ DESTEYA EWLEKARIYÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE CENÊVÊ'

    Kerry derbarê dahatûya Sûriyê got ku li ser benekî zirav maye û diyar kir ku girînge Desteya Ewlekariya NYyê û civaka navdewletî bi xalên peymana agirbestê ya li Cenêvê di navbera DYAyê û Rûsyayê de hatiye îmzekerin, girêdayî bimînin.

    John Kerry
    © REUTERS/ NTB Scanpix/Lise Aaserud
    ‘PLAN GELEKÎ BAŞ E Û ALTERNATÎVÊN WÊ NÎNIN'

    Kerry ji bo peymana agirbestê ya li Cenêvê hate îmzekirin got ku di rêya çûna aştiyê de plana herî başe û alternatîfên wê nînin. Wezîrê Karê Derve destnîşan kir ku divê hemû komên muxalif ên li Sûriyê piştgiriyê bidin vê agirbestê û ji bo jinûve zindîkirina wê bixebitin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Kerry daxuyaniya agirbestê: "Duhî bi şev pir baş bû"
    Kerry: "Hikumeta Sûriyeyê alîkariyên însanî asteng dike"
    Çavuşoglu û Kerry di derbarê Sûriyeyê de hevdîtinek pêk anîn
    Lavrov ji Kerry re got: "Mûxalifên nerm ji terorîstan veqetînin"
    Rûsya: Lavrov û Kerry wê sibe li hevdu bicivin
    Etîketan:
    agirbest, Artêşa Sûriyê, Civata Giştî ya NYyê, Rûsya, DYA, John Kerry, sûriye, New York
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de