14:29 26 Gulan 2018
sekreterê giştî yê Komeleya Çanda Kurd ya li Japonyayê Vakkas Çolak

Li Japonyayê komeleya kurd `Warabîstan`

© Foto: FB
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Sekreterê giştî yê Komeleya Çanda Kurd ya li Japonyayê Vakkas Çolak bi taybet ji Spûtnikê re li ser kêşeyên penaberên kurd li Japonyayê axivî û teqez kir ku kurd naxwazin heta heta li Japonyayê bimînin lê ji bo me, dana vîzeya xebatê bes e.

Navenda Nûçeyan — Di sala 2015yan de Bûroya Penaberîyê ya Japonyayê 7000 daxwaznameyên wergirtina statuya penaberîyê venêrîn û tenê 27 ji wan pejirandin. Li bajarê Warabî yê japonî komeleyeke kurdên ji Tirkiye, Sûrîye û Îranê hatiye damezrandin û navê Warabîstanê lê hatiye kirin. Li bajarê Warabîyê li dora 2 hezar kurd dijîn. Peyamnêra Sputnikê Anna Oralova bi sekreterê giştî yê Komeleya Çanda Kurd ya li Japonyayê Vakkas Çolak re derbarê problemên penaberan û nêzîkbûna li hember penaberên li Japonyayê axivî.

KURDAN KAMPANYAYA ALÎKARIYÊ JI BO ZIYANKÊŞÊN ERDHEJÊ ORGANÎZE KIR

Komeleya Warabîstan a kurd bûye beşeke civaka japonî. Di meha Nîsana îsal de komeleyê bi tevî IRSA (Komeleya Navneteweyî ya Alîkarîkirina Penaberan) ji niştecîyên bajarokê Kûmamotoyê re alîkarî birin û kavilên piştî erdhejê rakirin. Li kêleka îstgeha Warabiyê kurdan kampaniya alîkariyê ya ji bo ziyankêşên erdhejê organîze kir ku zarokên kurdan jî beşdarî kampanyayê bûbûn.

Piraniya kurdên li bajarên Kavagûtî û Warabîyê dijîn bi taybet di sektora restoran û avahîsaziyê de kar dikin. Her weha hinek ji wan jî li înstîtûyan dersa zimanê kurdî didin. Li gor gotinên Vakkas Çolak, civaka japonî kurdan bi germî pêşwazî dikin û wek kesên `bi cidî û bi berpirsyar` bi nav dikin.

"HÎN TI KURDÎ MAFÊ PENABERIYÊ BI DEST NEXISTIYE"

Wek em dizanin di sala 2015yan de ji bo wergirtina statuya penaberîiyê ji Bûroya Penaberîyê ya Japonyayê re 7000 serlêdan hatine kirin. Lê tenê 27 kesan statuya penaberiyê wergirtiye. Gelo rewşa kurdan çawa ye, kurdên ku statuya penaberîyê wergirtinî hene?

Kurdên ku statuya penaberîyê wergirtinî tune ne. Her çiqas li Japonyayê kurd wek penaberan tên naskirin jî, di maweya 25 salan de tu kurdekê li Japonyayê mafê penaberiya siyasî wernegirtiye. Lê çend kurd hene ku xwedî statuyeke taybet in.

Hûn wê nakokîyê çawa dikarin destnîşan bikin?

Ji bo çi Japonya penaberan qebûl nake? Ez wisa difikirim, ku ew yek bi taybetmendîya sîstema japonî ve girêdayî ye. Japonya pirsa penaberîyê wek li Ewropayê venanêre. Japonya dewleteke girav e û derdorên wê bi dewletên xwedî problemên cuda ve hatîye dorpêçkirin. Japonya li kêleka Koreya Bakur, Koreya Başûr û Çînê ye. Japonyayê di destpêkê de jî penaber qebûl nedikirin. Piştî Duyemîn Şerê Cîhanê li Almanya, Brîtanya, Fransa û welatên din ên Ewropayê pirsa kêmasiya hêza xebatê peyda bû. Ji bo famkirina rewşa penaberan a dîrokî berbiçavkirina wê yekê giring e. Lê li Japonyayê rewş cuda bû û niha jî cuda ye. Japonyayê kêmasîya hêza xebatê bi serê xwe çareser kir û pêwistiya wê bi hêza xebatê ya biyanî tune bû. Lê, di van demên dawîyê de rewşa bi penaberan ve girêdayî tê guhertin.

"30% JI KURDAN XWEDIYÊN DESTÛRA MAYÎNA DEMKÎ"

Ji bo nimûne ji 30% kurdên li Japonyayê xwedî destûra mayîna demkî ne. Wê destûrê ew kes distînin, ên ji bo wergirtina statuya penaberîyê serlêdan kirinî û hatinî redkirin. Ji % 70 kurdên mayîn jî xwedî belgeya mafê xebatê ne. Kurdên li Japonyayê baş fam dikin, ku nêzbûna problema penaberan a li wî welatî, ku bi sedsalan e cih girtiye, di demên kurt de naguhere. Lê, dîsa jî hêvî dikin, ku hikûmeta Japonyayê helwesta xwe ya li hember kurdan biguherîne.

Em kurd baş dizanin, ku Japonya penaberên siyasî qebûl nake. Lê, hinek kes hene, ku li Japonyayê xwedî statuya` mayîna bi şert` in, ku 20 salan dikarin bimînin. Ew jî ne gelek baş e. Statuya `mayîna bi şert` ne biryara herî baş e. Gereke rewşa her kesekî bi awayeke cuda bête nirxandin, ku penaber û nepenaber ji hevdu bêne cudakirin. Hinek kes hene ku ji ber sedemên aborî bûne penaber û tu têkilîyên wan bi siyasetê re tune ye. Mirov bi piranî serlêdana wergirtina statuya penaberiyê ji bo wê yekê dikin, ku bikaribin xebatê peyda bikin. Ez wisa difikirim, ku hikûmeta japonî li ser wê yekê difikire.

"VÎZEYA XEBATÊ BESÎ KURDAN E"

Em kurd hewl nadin welatîtîya japonî wergirin û em naxwazin heta hetayê li Japonyayê bijîn. Ji bo me dana vîzeya xebatê bes e. NY kurdên di bin guşarên siyasî yên hikûmeta Tirkiyeyê de wek penaber qebûl dike. Ew yek ne problem e, eger di dewsa statuya penaberîya ku penaberên sîyasî anegorê rêbazên navneteweyî distînin, statuya mayîna taybet bête dan. Ji bo me wergirtina vîzeya xebatê bes e.

Vakkas Çolak di dawîya axaftina xwe de behsa wê yekê kir ku kurd çawa bi zehmetîyên ziman û barîyerên sosyal re têdikoşin û got `Em tekoşer in. Li bal kurdan gîyana samûrayî heye`.

Bi heman mijarî:

Li Almanyayê 8 hezar û 991 zarokên penaber winda ne
Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê 534 penaber xilas kirin
Konseya Ewrûpayê ji bo zarokên penaber ên li Tirkiyeyê hişyarî da
Tê îdiakirin ku penaber li kampa Hatayê bi weremê dikevin
UNICEF: Ewropa di mijara parastina zarokên penaber de biserneketiye
Di 6 mehên destpêkê de 58 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan
Di 7 mehan de 3 hezar penaber di Behra Spî de xeniqîn
“Tirkiye bêistiqrar bibe, bi milyonan penaber dê werin YEyê”
Penaber nikarin bikevin kampa Grande-Syntheyê
Etîketan:
vîza, penaber, Komeleya Çanda Kurd ya li Japonyayê, Bûroya Penaberîyê ya Japonyayê, Vakkas Çolak, Japonya, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de