10:43 28 Gulan 2018
Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras

Çîpras ji DYAyê çi xwest?

© REUTERS / Christian Hartmann
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Yûnanîstanê Aleksîs Çîpras di çarçoveya Zîrweya Neteweyên Yekbûyî ya ku li New Yorkê hate lidarxistin de li gel Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yê amerîkayê (DYA) Joe Biden re civiya. Çîpras di civînê de ji Biden di mijarên deyn, penaber û Qibrisê de ji Biden alîkarî xwest.

Navenda nûçeyan — Çîpras diyar kir ku Yunanîstan di mijara deynan de gavên gelek girîng avêtiye, gelek reformên nû kiriye meriyetê ku encamên wan hêdî hêdî derdikevin holê.
Çipras got divê di demeke nêz de li gel IMF çareseriyek bê dîtin ku ew bikaribin têxin meriyete.
Çîpras di mijara penaberan de jî destnîşan kir ku ji xeynî peymana di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewrûpayê de  ti çareseriyeke eşkere tune ye û got pêdiviya welatên ku barê penaberan hildidin bi alîkariyê heye.

‘DIVÊ HÊZÊN DAGIRKER JI GIRAVÊ VEKŞIN'

Di mijara Qibrisê de jî Çîpras xwest ku hêzên dagirker ji grava Qibrisê vekşin. Hate gotin ku hemû derdên hikumetê di vê mijarê de xwedî yek raman in.

‘ÇÎPRAS Û BIDEN DI MIJARA AVABÛNA ‘XETEKE TÊKILIYÊN TAYBET' DE LI HEV KIRIN'

Li gorî çavkaniyên hikumeta Yûnanîstanê, Çîpras û Biden di çarçoveya mijarên penaber û Qibrisê de li ser avabûna ‘xeteke têkiliyên taybet' de li hev kirine.  

BIDEN, YÛNANÎSTANÊ PÎROZ KIR

Biden Yunanîstanê ji ber tevgerên wê yên di mijara pirsgirêka penaberan de pîroz kir û wiha axivî: ‘DYA gelekî girîngiyê dide îstîqrara Ewrûpayê. Yunanîstan jî parçeyek girîng ya îstiqrara Ewrûpayê ye.'







q

Bi heman mijarî:

Aleksîs Çîpras: 'Ez şerm dikim'
Hejmara penaberên li Yûnanîstan 60 hezarî bihurî
Yûnanîstan: Em ji bo projeya xeta xazê amade ne bi Rûsyayê re bixebitin
Yûnanîstan: Divê Tirkiye ji bo 'komkujiya Pontûsê' lêborînê bixwaze
Turîstên rûsî îsal wê berê xwe bidin Yûnanîstan, Qibris û Tunisê
Yûnanîstan: Balafirên tirk 42 car qada hewayî ya me îxlal kirin
Etîketan:
alîkariya perayan, têkiliyên taybet, pirsgirêka penaberan, peymana penaberan, joe biden, Aleksîs Çîpras, dya, yûnanîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de