09:08 21 Nîsan 2018
    Leşkerên derbekar

    Yûnanîstanê daxwaza penaberiya leşkerên derbekar red kir

    © REUTERS / Vasilis Ververidis/Eurokinissi
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku dadgeha Atinayê daxwaza penaberî ya leşkerên derbekar ku piştî hewldana derbeya leşkerî reviyabûn Yûnanîstanê red kir.

    Atina — Hat ragihandin ku dadgeha Atinayê daxwaza penaberî ya 8 leşkerên derbekar ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ku reviyabûn Yûnanîstanê red kir.

    Li gorî nûçeya kanala 24ê, ji 8 leşkerên derbekar ku piştî hewldana derbeya leşkerî reviyabûn Yûnanîstanê 3 ji wan ji bo mafê penaberiyê serî li dadgehê dabûn lê dadgehê ew daxwaza wan red kir.

    8 leşkerên derbekar piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi helîkopterê reviyabûn Dedeagaca Yûnanîstanê û dadgehê jî ji bo ku bi rêyên qaçaxî ketine nava welat her yek bi 2 mehan ceza kiribû.

    Her wiha dadgehê cezayê leşkerên derbekar ên girtîgehê hetanî daxwaza wan a penaberiyê encam bide ji bo 3 mehan bi paş xistibû.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Çavuşoglu bo leşkerên derbekar ku reviyabûn Yûnanîstanê daxuyanî
    Yildirim: "Heke di operasyonên FETO de şaşitî hatibe kirin..."
    Serokê Ragihandina Gelemperî ya Serokomariyê: "Operasyona FETO li me zîvirî"
    Kurtulmuş: "FETO, ji bo Amerîkayê jî tehdîd e"
    Di lêpirsîna FETO de ji bo 50 bijîşkan daxwaza girtinê
    Etîketan:
    Leşkerên derbek, Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Tirkiye, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de