14:52 24 Çile 2018
Zindî
    Sergey Lavrov û Boris Johnson

    Lavrov û Johnson di hevdîtina xwe de krîza Sûriyeyê nirxandin

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî yê brîtanî Boris Johnson li New Yorkê hevdîtinek pêk anîn.

    Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî yê brîtanî Boris Johnson li New Yorkê di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hevdîtinek pêk anîn. Li gorî daxuyaniya wezareta rûsî herdu wezîran di serî de çareseriya krîza Sûriyeyê û mijarên navneteweyî nirxandin.

    Herdu wezîr Lavrov û Johnson têkiliyên Moskova û Londrayê nirxandin û bal kişandin hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May a Zîrweya G20ê li Çînê û xwestên asta pêwendiyên erênî zêdetir bikin.

    Heneka Lavrov ya çapemeniyê

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser hisabê xwe yê facebookê behsa heneka Lavrov ya çapemeniyê kir.

    Li gorî peyama Zaxarovayê, Johnson beriya hevdîtinê dibêje "Gelekî baş e ku hevdîtina me bala çapemeniyê dikşîne", li ser vê axaftinê jî Lavrov berisva wî da û got: "Me çi jî kir, me xwe ji destê wan xelas nekir."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"
    Lavrov: Girîng e ku Amerîka berpirsyariyên xwe yên li Sûriyeyê bi cih bîne
    Lavrov: Em di derbarê Qibrisê de girêdayî sekna xwe ne
    Rê ji bo Obama hatin girtin lê Lavrov bi meşê çû NYyê
    Moskova: "Ji bo serdana Lavrov ya Enqereyê em hevdîtinan pêk tînin"
    Etîketan:
    Hevdîtina Lavrov û Johnson, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Boris Johnson, Sergey Lavrov, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de