01:11 23 Çile 2018
Zindî
    Leşkerên derbekar ên ku reviyabûn Yûnanîstanê

    Derbekarên ku reviyabûn Yûnanîstanê ji Timesê re axivîn: "Em Kemalist in"

    © REUTERS/ Antonis Pasvantis
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Leşkerên derbekar ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi helîkokpterê reviyabûn Yûnanîstanê ji Timesê re axivîn: "Em Laik û Kemalist in."

    Navenda Nûçeyan - Leşkerên derbekar ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi helîkokpterê reviyabûn Yûnanîstanê ji Timesê re axivîn û gotin: "Em li ser fermana amiran çûn haya me ji hewldana derbeyê tunebû. Heke me bişînin Tirkiyeyê wê şkencê li me bikin. Tu pêwendiya me bi derbê re nîne em leşkerên Laik û Kemalist in."

    8 leşkerên derbekar piştî ku bi helîkopterê çûbûn balafirxaneya Dedeagaca Yûnanîstanê bi sedema ku bi rêyên qaçaxî ketina nava welat her yekî 2 meh cezayê girtîgehê xwaribû, dadgehê paşî cezayê wan 3 mehan taloq kir. Leşkerên derbekarli dadgehê daxwaz mafê penaberiyê kirin û li ser biryara dadgehê hetanî ev daxwaza wan encam bide wê di bin çavan de bimînin.

    Me derbe ji çapemeniyê bihîst

    Yek ji leşkerê derbekar ku niha li Yûnanîstanê di bin çavan de ye di axaftina xwe ya rojnameyê de got: "Ferman hat dayîn ku li Stenbolê hinek leşkerên birîndar hene hûne wan berhev bikin û alîkariyê bidin wan. Lê dema ku em gihîştin wir rastî êrişa polêsan hatin. Hetanî li daristanê em daneketin cihekî bi ewle me nizanîbû mijar çiye. Piştî wê me İpadê xwe vekirin û me mijar fêhm kir."

    Bi heman mijarî:

    Feyzioglu: "Derbeya leşkerî pêk bihata NY mûdaxele dikir"
    YEyê, piştî derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê dicive
    Hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê di sîteya fermî yê CIAyê de cih girt
    Heke derbeya leşkerî bi ser ketibûna Ozturk dibû serokomar
    Îlker Başbûg: 15ê Tîrmehê ne derbeya leşkerî ye
    Etîketan:
    Leşkerên derbekar ku reviyan Yûnanîstanê, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Yûnanîstan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de