17:44 20 Çile 2018
Zindî
    Suudi Arabistan destekli Suriyeli muhaliflerin oluşturduğu Yüksek Müzakere Komitesi’nin Başkanı Riyad Hicab

    Riyad Hicab: "Çareseriya krîza Sûriyeyê bi çûna Esad ve girêdayî ye"

    © AFP 2018/ FABRICE COFFRIN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Komîteya Bilind a Danûstandinê ya Dijbereya Sûriyeyê Riyaz Hicab ji bo çareseriya kirîza li Sûriyeyê divê Beşar Esad ji ser deshilatê here.

    Navenda Nûçeyan - Riyaz Hicab di kevana birêveçûna civînên zîrveya Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî li bajarê New Yorkê derbarê rewşa Sûriyeyê de axivî. Di axaftina xwe da Riyaz Hicab destnîşan kir ku hikumeta Sûriyeyê agirbestê li gorî xwe binpê dike, êrîşên xwe yên li ser Helebê zêde dike û ji ber vê jî xelk bi neçarî ji cih û warê xwe derdikevin.

    Hicab di berdewamiya axaftina xwe de got: "Civaka navneteweyî pêwîst e vê yekê bizane ku ji bo çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyeyê, pêwîst e Beşar Esad li ser desthilatê nemîne."

    Riyad Hicab da xuyakirin ku heta Esed hesabê binpêkirinên hiqûqa navneteweyî nede, negengaz e ku kirîza li Sûriyeyê were çareserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Riyad Hicab: "Beriya hikumeta demkî dest bi kar bike, divê Esad here"
    Ji Beşar Esad daxuyaniya Dêra Zorê
    Lavrov: Tirkiye dest jê berdide ku êdî ultîmatoman bide Esad
    'Kêfa dijberên Esad ji serkeftinên artêşa Sûriyeyê re nehat'
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Sûrîyeyê, Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî, Berdevkê Komîteya Bilind a Danûstandinê ya Dijbereya Sûriyeyê, Beşar Esad, Riyad Hicab, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de