04:54 23 Çile 2018
Zindî
    Nivîskar Asli Erdogan

    PENa Swêdê xelata 'Tucholsky'yê da nivîskara girtî Asli Erdogan

    © Foto: aslierdogan.com
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endama Lijneya Şêwirmend a Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan a girtî îsal bû xwediyê xelata ‘Tucholsky' ya ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên PENa Swêdê ve tê dayîn.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Murat Kuseyrî yê ji rojnameya Evrenselê sedema dayîna xelatê wek "afirandina nivîskariyeke nû û ew zimanê ku ji bo şikandina girtîgeh a wan rastiyên biçûk, bikar aniye" hat nîşan dan.

    Serokê Klûba PEN a Swêdê Ola Larsmo di derbarê Erdogan de got "Asli Erdogan wek gelek nivîskarên girîng ên ku di dîrokê de serê wan bi rejîmên totalîter re ketine belayê, bi wêjeya xwe ya nû serê xwe li ber rejîmê netewand û bêdeng nema."

    PENa Swêdê ji bo ku kesên ji bo azadiya fikrî û îfadeyê têdikoşin xelat bike ji sala 1984a û vir ve her sal xelatê dide nivîskar an jî rojnamegerekî li sirguniyê, di bin metirsiyê de û di girtîgehê de.

    Bi heman mijarî:

    Îtiraza ji bo girtina Asli Erdogan careke din hat red kirin
    Nivîskarên cihanê piştgiriya nivîskar Asli Erdogan kirin
    Ji bo nivîskar Asli Erdogan ‘Nobeta Azadiyê' destpêdike
    149 nivîskaran ji bo Asli Erdogan daxuyanî da
    Nivîskara Ozgur Gundemê Asli Erdogan şandin dozgeriyê
    Etîketan:
    dayîn, xelat, Rojnameya Ozgur Gundemê, Rojnameya Evrenselê, PENa Swêdê, Murat Kuşeyri, Asli Erdogan, Ola Larsmo, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de