03:17 26 Gulan 2018
Koşka Spî (Qesra Spî)

'Koşka Spî pêşnûmeya mueyideyên li hemberî Sûriyeyê asteng kir'

© Flickr / DVIDSHUB
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat îdia kirin ku Koşka Spî pêşnûmeya yasayê ya ku ji aliyê her du partiyên li Kongreyê ve hat amade kirin û tê de mueyideyên di derbarê Sûriyeyê de cih digirtin, bi awayekî ‘veşartî' asteng kiriye.

Navenda Nûçeyan — Di nûçeyeke Washington Postê de ku ji aliyê Josh Rogin ve bi sernavê "Koşka Spî ji bo ku pêşnûmeya mueyideyên li hemberî Sûriyeyê bi derengî bixe bi awayekî veşartî xebitî' hat amade kirin, hat diyar kirin ku rêveberiya Partiya Demokrat li hemberî zordestiya Koşka Spî serî tewandiye û niha dev ji piştgiriya yasayê berdaye.

Serokê Meclîsa Nûneran Komarparêz Paul Ryan ji bo Rogin axivî û got Koşka Spî di mijara anîna rojevê ya pêşnûmeyê de bi hinceta ‘ne dema wê ye' zordestî kiriye û wekîlên Demokrat jîji neçarê li gorî wê tevgeriyane. Ji aliyê din ve rayedarekî payebilind ê Kongreyê jî diyar kir ku daxwaza taloqê bi hinceta ‘ji bo ku bandor li pêvajoya agirbestê ya li Sûriyeyê nebe' ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Netewî (NSC) ve hat.

Pêşnûmeya bi navê ‘Yasaya Parastinê ya Sivîla Sûriyeyê ya Sezar' ji aliyê Senatorê New Yorkê Eliot Engel ê Demokrat û Serokê Komîteyê yê Senatorê Californiayê Ed Royce ê Komarparêz ve hat amade kirin û sûcên şer ên ku tê îdiakirin rêveberiya Sûriyeyê kirine tê de cih digirin û tê de tê xwestin ku hinek mueyîde li Şamê bikin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Girîng e ku Amerîka berpirsyariyên xwe yên li Sûriyeyê bi cih bîne
Divê Îsraîl û destgirê wî Amerîka bên cezakirin
Generalê amerîkî: "Divê Rûsya û Amerîka dev ji reqabetê berdin"
Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
Tirkiye û Kurdên Rojava: “Serkeftiyê vê pêşbirikê dê Amerîka be”
Etîketan:
pêşnûme, Senatorê Californiayê, Senatorê New Yorkê, Ed Royce, Eliot Engel, Josh Rogin, Paul Ryan, New York, Sûriye, California, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de